Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Başûrê Kurdistanê dê peymanên petrolê îmze bike

Başûrê Kurdistanê dê peymanên petrolê îmze bike

04 Temmuz 2012 Çarşamba 12:09
Hat ragihandin ku dê rêveberiya Başûrê Kurdistanê di rojên pêş de bi şîrketên petrolê yên navneteweyî de hin rêze peymanan mor bike.

Hewlêr - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya li Dihokê da de ragihand ku ew ê peymanên bi şîrketên navneteweyî yên weke Exxonê re mor bikin.

Barzanî destnîşan kir ku petrol ji bo Başûrê Kurdistanê kilîda geşdanê ye û diyar kir ku pirsgirêka petrolê ji bo wan pirsgirêkeke neteweyî ye.

Yek ji krîzên ji sala 2011 ve di navbera Herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê de rû dan, peymanên ku Herêma Kurdistanê li gel şîrketên mezin ên petrolê yên navneteweyî mor kiriye. Hikûmeta Iraqê van peyaman weke “ne fermî” bi nav dike, lê rêveberiya Hewlêrê jî diyar dike ku makeqanûna Iraqê ev maf daye wana. ANF
 

Diğer Haberler