Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Baydemîr avakirina Parlamentoya Kurdistanê xwest

Baydemîr avakirina Parlamentoya Kurdistanê xwest

25 Mart 2012 Pazar 09:29
Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, xwest li Tirkiyeyê herêmên xweser ava bibin û li bajarên kurdan jî Parlamentoya Herêma Kurdistanê ava bibe.

Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, xwest li Tirkiyeyê herêmên xweser ava bibin û li bajarên kurdan jî Parlamentoya Herêma Kurdistanê ava bibe.

Bi hevkariya Komeleya Lêkolînên Şarkiyatê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, li Mêrdînê sempozyûma “Makezagon: Tecdîd û Îstîkbalê” hate destpêkirin. Sempozyûm dê du rojan bidome. Axaftina vekirinê ya sempozyûmê ji aliyê Serokê Komeleya Lêkolînên Şarkiyatê Doç. Dr. Ahmet Erkol û Rektorê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Serdar Bedii Omay ve hate kirin.

Di panelê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî axaftinek kir. Baydemîr, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê diyar kir ku pêdivî bi herêmên xweser heye û wiha got:

“Divê rêveberiyeke navendî û rêveberiyeke herêmî hebe. Mînak divê di bin rêveberiya herêmî de parlamentoya herêmê hebe. Ev parlamento jî divê bi hilbijartinê pêk bê. Mînak Parlamentoya Herêma Kurdistanê, dê ji delegeyên di nava sînorên bajar, navçe û bajarokên kurdan pêk bên.”

Baydemîr, destnîşan kir ku di vê pergalê de di heman demê de dê serokek herêmê jî hebe û ev pergal ji bo herêmên din ên Tirkiyeyê, yanî ji bo Deryaya Reş, Ege û Marmarayê jî lê ye. Baydemîr, di berdewama axaftina xwe de, da zanîn ku xweseriya ku ew behs dike û ya rêveberiyên herêmî ji hev cuda ne.

Şaredar Baydemîr, got divê perwerdehiya zimanê kurdî bi tu awayî nebe mijara bazarê û bazara li ser perwerdehiya bi kurdî li kurdan heqaret e.

AKnews
 

Diğer Haberler