Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Baydemîr: Bila dayikên turk gerîla wek zarokên xwe bibînin

Baydemîr: Bila dayikên turk gerîla wek zarokên xwe bibînin

01 Eylül 2012 Cumartesi 05:13
Şaredarê Diyarbekirê, Osman Baydemîr, diyar kir, bila ne esker ne jî gerîla bimirin û wiha axivî, “Dayikên kurd, esker û polîsan wek zarokên xwe dibînin, heke dayikên turk jî gerîla wek zarokên xwe bibînin ev şer namîne.”

Şaredarê Diyarbekirê, Osman Baydemîr, îro beşdarî bernameya zindî ya radyo Gun ya Diyarbekirê bû û bi kurdî li bara çalakiyên roja aştiya cîhanê de axivî.

Baydemîr, got, ew naxazin ne eskser û polîs û ne jî gerîlayên PKK bên kuştin û wiha axivî, “Dayikên kurd dibêjin ‘esker û polîs zarokên me ne’, heke dayikên turk jî bêjin ‘gerîla zarokên me ne’, ev şer dê di demek kurt de xilas bibe.”

Şaredarê Diyarbekirê, wiha pêde çû, êdî ji herêmê term û cinaze neçin rojavayê Tirkiyê û term neyên herêmê. Bila herkes sax û silamet vegere mala xwe. Bo vê jî divê dayikên turk alîkariyê bidin.”

Tê zanîn, bi helkefta roja 1 Îlonê, dê sibê li bajarên Diyarbekirê, Wan û hinek deverên din yên Kurdistana Bakur meş û mîtîng bên sazkirin.(AKnews)

Diğer Haberler