Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Baydemîr: Divê hemû kurd dîroka xwe baş hîn bibin

Baydemîr: Divê hemû kurd dîroka xwe baş hîn bibin

24 Haziran 2012 Pazar 01:08
Dîroknasên Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Dihokê qedandine, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr ziyaret kirin. Baydemîr, got divê hemû kurd dîroka xwe baş bizanibin.

Xwendekarên ku Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Dihokê qedandine, hatin serdana Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr û pê re hevdîtin pêk anîn. Baydemîr şandeya xwendekaran bi gulên sor pêşwazî kir û li ser dîroka kurdan bi wan re sohbet kir. Li ser navê dîroknasên Dihokê Alî Xalo, diyar kir ku hebûna Baydemîr enerjiyeke pozîtîf dide wan û Baydemîr ji bo Amedê xizmeteke baş kiriye.

Şaredar Osman Baydemîr jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokê û xwest hemû kurd dîroka xwe baş hîn bibin. Baydemîr, destnîşan kir ku kurd muheqeq dê di doza xwe de bi ser bikevin û serkeftina kurdan dê ji bo ereb, tirk û farisan jî aştî û aramiyê bîne.

Dîroknasan, wêneyê Çemê Dîjleyê weke diyarî dan Baydemîr. Şaredar Baydemîr jî Antolojiya Dengbêjan û Rêbera Gerê diyarî xwendekaran kir.

Şaredar Osman Baydemir ligel xwendekarên Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Dihokê

Rûdaw

Diğer Haberler