Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
BDP beşdarî çalakiyên ‘cejna zarokan’ nabe

BDP beşdarî çalakiyên ‘cejna zarokan’ nabe

14 Nisan 2012 Cumartesi 15:10
Partiya aştî û demokrasiyê (BDP), ragihand, beşdarî merasimên pîrozkirina roja 23 Nîsanê, ku wek cejna zarokan li Tirkiyê tê pîrozkirin, nabe û dê çalakiyên berdêl bo vê rojê saz bike.

Partiya aştî û demokrasiyê (BDP), ragihand, beşdarî merasimên pîrozkirina roja 23 Nîsanê, ku wek cejna zarokan li Tirkiyê tê pîrozkirin, nabe û dê çalakiyên berdêl bo vê rojê saz bike.

Cîgira hevserokên BDPê, Nûrsel Aydogan, di nameyekê de bo hemû saziyên BDP li bajar û bajarokên Tirkiyê, diyar kir, di roja 23 Nîsanê, cejna zarokan a îsal de jî wek hersal, ji bilî hinek zarok, zarokên din nayên rojevê.

Di nameya Aydogan de wiha hat gotin, “Di cejna 23 Nîsanê de, zarokên wek Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Mehmet Uytun, Halîl Îbrahîm Oruç, Mizgîn Ozbek, Enes Ata û Rozerîn Aksû ku nav kolanê de hatin kuştin, nayên dîtin. Di 23 Nîsanê de, zarokên 10-12 salî ku kar dikin nayên dîtin. Her wiha zaorkên ku di zîndanê de destdirêj li wan hatiye kirin û hatine êşkencekirin nayên dîtin. Ji ber vê jî emê çalakiyên berdêl saz bikin.”

AKnews
 

Diğer Haberler