Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
BDP bo statuya siyasî dest bi referandomê dike

BDP bo statuya siyasî dest bi referandomê dike

16 Mart 2012 Cuma 14:08
Partiya aştî û demokrasiyê ragihand, dê di Newroza îsal de, daxwaziyên demokratîk ên kurdan li Tirkiyê bixe referandomê.

Partiya aştî û demokrasiyê (BDP), ragihand, dê di Newroza îsal de, daxwaziyên demokratîk ên kurdan li Tirkiyê bixe referandomê.

Berpirsa karûbarên rêxistinî yên BDPê û parlamentera Diyarbekirê, Nûrsel Aydogan, di namyekê de, ku nusxeyek jê ji AKnewsê re hatiye şandin, ji hemû rêxistin û navendên BDPê xwest, xwe bo Newroza îsal hazir bikin.

Aydogan, diyar kir, divê hemû sazî û rêxistin û navendên BDPê dest bi kampanya îmzekirina daxwaziyên kurdan yên di civîna “yekitiya kurdan a aqilane” de hatibûn ziman, bikin.

Di nameya Aydogan hatiye gotin, divê îmze heta 15 yan 20ê nîsanê ji navenda giştî ya BDPê re bên şandin.

Di civîna yekitiya kurdan a aqilane de, ku DTK, BDP, HAKPAR, KADEP, OSP, TEVKURD, Nûbihar, Koma diyalogê ya Dîcle-Firat û Tevgera Demokrat a Şoreşgerên Kurd beşdar bûbûn, ev daxwazî hatibûn ziman:

*Divê nasnameya kurdî bê qebûlkirin û ev yek di destûrê jî bê dariştin,

*Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di hemû warê jiyanê de bê bikaranîn,

*Divê kurd bibin xwedî statuyek siyasî ya xweser

*Divê kurd bikaribin partiyên Kurdî û Kurdistanî ava bikin û ev yek bê qebûlkirin.

AKnews
 

Diğer Haberler