Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
BDP îro li Wanê mîtîngek saz dike

BDP îro li Wanê mîtîngek saz dike

15 Haziran 2012 Cuma 03:22
Rêxistina BDP’yê ya Wanê, bang li gelê Wanê kir ku bi tevlêbûnek xurt beşdarî mitîngê bibin. Endam û rêveberên BDP'ê li gelek tax û kolanan belavok belav kirin û banga tevlêbûnê kirin.

Li gorî nûçeya ANF, rêxistina BDP’a Wanê ji bo girtin û binçavkirinên şaredar û rêveberên BDP'î şermezar bike dê li Wanê mîtîngê pêk bîne. Endam û rêveberên BDP'ê beriya mîtingê li tax û kolanan belavok belav kirin û banga tevlêbûnê kirin. Hevseroka Rêxistina BDP’ya Wanê Mîhrîban Şah, diyar kir ku dê li hemberî girtinên şaredar û rêvebarê xwe mîtîngê pêk bînin û wiha got: "Hefteyek berê 14 kes li Wanê hatin girtin û vê hefteyê jî Şaredar û rêveberên wan jî di nav de 10 kes hatin girtin. Dê Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selehattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak tevlî mitînge bibin. Em li bendê ne ku 10 hezar welatî tevlî mitîngê bibin."

Serokê Rêxistina BDP’ê yê Navçeya Navendî ya Wanê Rafet Taş jî diyar kir ku dê bi tevlêbûnek gelek mezin li ber Şaredariya Wanê dê mitîngê pêk bînin û wiha got: “Ji bo ku vîna me serbest bê berdan em dê dengê xwe bilind bikin. Em bang li gelê Wanê dikin ku li vîn û şaredarên xwe xwedî derkevin. Ji bo terora AKP’ê li Kurdîstanê bi dawî bibe em dixwazin her kes bertekên xwe bînin ziman. Em dê saet di 16.00’an de li ber şaredariyê mîtîngê pêk bînin."

Pişt re Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, rêveberên BDP’yê, alîgir û wekîlên Şaredarê Wanê, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî, Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê 6 kom ava kirin û derketin nava tax û kolanan belavokan belav kirin. Komên BDP'ê li kolana Cumhuriyetê, Bazara Gel a Mezin, Kolana Maraşê u li gelek qadên bajêr xebatên mitîngê meşandin. Wêneyên Şaredar Bekîr Kaya jî bi dikanên esnafan ve hatin daliqandin.

AKnews
 

Diğer Haberler