Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’BDP û AKP’ê piştgirî dan xebata ji bo çareseriya pirsa kurd’

'BDP û AKP'ê piştgirî dan xebata ji bo çareseriya pirsa kurd'

04 Eylül 2012 Salı 20:40
Şahîsmaîl Bedîrhanoglu da zanîn ku xebata wan a ji bo çareseriya pirsa kurd a bi metodên aştiyane, ji bo li Tirkiyê pêşî li diyalogê bê vekirin hatiye destpêkirin. Bedîrhanoglu diyar kir ku AKP û BDP'ê jî piştgirî dane vê xebatê.

Yek ji pêşengên xebata avakirina 'Komîsyona Aqilmenda’ Şahîsmaîl Bedîrhanoglu ji Rûdawê re da zanîn ku xebata wan a ji bo çareseriya pirsa kurd a bi metodên aştiyane, ji bo li Tirkiyê pêşî li diyalogê bê vekirin hatiye destpêkirin. Bedîrhanoglu diyar kir ku AKP û BDP'ê jî piştgirî dane vê xebatê.

Yek ji pêşengên xebata avakirina 'Komîsyona Aqilmendan' û Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başûrêrojhilat (DOGUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglu, derbarê karûbarên xwe de ji Rûdawê re axivî. Bedîrhanoglu diyar kir ku li gorî wan pêvajo ber bi başiyê ve naçe û wiha got: "Ji ber van fikaran me bi çend saziyên civakî yên sivîl ên li Amed û li Enqereyê, bi hin aktivîst, nivîskar û rewşenbîran re, li ser pêşdebirina însiyatîfeke hevdîtin çêkir." Bedîrhanoglu da zanîn ku destpêkê nedixwestin çapemenî bibhîze, lê piştî ku çapemeniyê bihîstiye xebatên wan eşkere bûne. Bedîrhanoglu wiha berdewam kir: "Me got heyetek ava bibe, însiyatîfê bigre, pêşî li diyalogê vebe û ev xitimandina di siyasetê de çareser bibe. Em hewl didin ku xebatên makezagona nû bi lez û bez bin û encam bidin. Em dibêjin ka em çi bikin ku ev pêvajo bibe pêvajoya aştiyê."

Ji BDP û AKP'ê nêzikatiyeke erênî

Bedîrhanoglu ragihand ku heftiya pêş me, roja înê dê bi tevlîbûna hemû hevalên xwe yên di vê xebatê de, civîneke nirxandina rewşê pêk bînin û wiha pê de çû: "Em ê nexşerêya xwe diyar bikin. Roja înê, li Stenbolê civînek pêk hat. Ji herêmê, ji Amedê ez tevlî vê civînê bûm. Navên din nikarim diyar bikim. Di nav heyeta me de tu kesek ku têkiliyek xwe bi partiyên siyasî re tune be, nîne." Bedîrhanoglu da zanîn ku beriya avakirina înisiyatîfê bi rayedarên BDP û AKP'î re hevdîtin pêk anîne û ev tişt gotin: "Min ji wan re got ku fikreke min ê wiha heye. Min got ka dê piştgirî bidin, an jî bi awayekî erênî lê binhêrin? Piştî ku min nêzikatiyeke erênî dît, me biryara destpêkirina avakirina vê însiyatîfê girt."

'Piştgiriya Serokwezîr bandoreke erênî dike'

Bedîrhanoglu li ser pirsa me ya "Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştgiriyê dide we an na?" jî ev bersiv da: "Me bernameya vê heyetê, berê diyar kiribû. Axaftina erênî ya serokê vê hikûmetê ango Serokwezîr, dê bandoreke erênî li xebatên heyeta me bike." Bedîrhanoglu diyar kir ku vê heftiyê jî roja înê dê li Stenbolê dîsa civîneke çêkin û ev agahî dan: "Em ê heyeteke ji 15 kesan pêk tê ava bikin. Lê civînên xwe yên ji niha û pê de, em ê li Amedê pêk bînin."(Rûdaw)

Diğer Haberler