Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
BDPê bi fermî daxwaza propagandeya bi kurdî kir

BDPê bi fermî daxwaza propagandeya bi kurdî kir

16 Mart 2012 Cuma 13:42
Halîl Aksoy, di nivîsekî de, ji parlamentoya Tirkiyê xwest, qanûna partiyên siyasî bê guhertin û rê ji bo propagandeya kurdî bê vekirin.

Parlamenterê BDPê yê Agirî, Halîl Aksoy, di nivîsekî de, ji parlamentoya Tirkiyê xwest, qanûna partiyên siyasî bê guhertin û rê ji bo propagandeya kurdî bê vekirin.

Halîl Aksoy, îro di nameyekê de ku nusxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, ji serokatiya parlamentoya Tirkiyê xwest, qanûna partiyên siyasî ya Tirkiyê bê guhertin.

Aksoy, diyar kir, divê qedexebûna propagandeyên hilbijartinê bi zimanên ji bilî tirkî bê rakirin, ji ber ku ev yek li dijî demokrasiyê ye û xwest, rê li ber propagandeya zimanê kurdî bê vekirin.

AKnews

 

Diğer Haberler