Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
BDPê Ji Erdoğan Randevuyê Bixwaze

BDPê Ji Erdoğan Randevuyê Bixwaze

20 Eylül 2012 Perşembe 11:21
BDPê bangî Serokwezîr Erdpğan û Serokê Meclîsê Cemîl Çiçek kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest bi tevgerê bikin.

Li gor xebera rojnameya Tarafê BDPê di rojên ber me de him ji Serokwezîr him ji ji Serokê Meclîsê randevûyê bixwaze.

Di rojên dawî de tundî her çû zêde bû, hejmara miriyan zehf bû. Piştrê rêya siyasetê kete tangasiyê û ji aliye BDPyiyan hembêzkirina PKKyiyan jî rageşî bilind kir. Hewqas ku rakirina destlênedayîna parlamenterên BDPê jî hate rojevê.

Di van rojên dijwar de parlamenterên BDPê gavek avêtin û ji bo hevdîtina Erdoğan û Cemîl Çiçek dest bi tevgerê kirin.  Di vê çarçoveyê de duh Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anîn.  Buldan got ku, biryara derheqê Sebahat Tuncel de hat girtin ne hiquqî siyasiye. Buldan wiha pêde çû: “Heke armanc demokratîkbûn be divê AKP rêya diyalogê veke. Rakirina destlênedayinan ne pirsgirêka welat ne jî Kurd çareser dike.” Buldan ji Serokê Meclîsê xwest ku ne bi gotinan bi kirinan tevgera xwe dayine holê.

Îdrîs Baluken jî got ku ‘em ê ji bo li ber girtina encamên xeternak hevdîtinan bikin.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler