Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
BDPê li hember qedexekirina Newrozê li Stebonlê nerazîbûn nîşan da

BDPê li hember qedexekirina Newrozê li Stebonlê nerazîbûn nîşan da

16 Mart 2012 Cuma 13:58
Altan Tan, li hemberî biryara qedexekirina Newrozê ya Walîtiya Stenbolê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku biryarên wiha siyasetê tengav dike.

Parlamenterê BDP’ê yê Diyarbekirê Altan Tan, li hemberî biryara qedexekirina Newrozê ya Walîtiya Stenbolê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku biryarên wiha siyasetê tengav dike.

Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu, bi daxuyaniyek aşkera kir ku ew ê di 18’ê adarê de li Kazliçeşmeya Stenbolê nehêlin Newroz bê pîrozkirin û divê Newroz di 21’ê adarê de bê pîrozkirin.

Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Diyarbekirê Altan Tan, biryara walî ji AKnewsê re nirxand û diyar kir, divê ji bo hemû cure çalakiyên demokratîk re destûr bên dayîn û wiha got:

“Biryarên wiha siyasetê tengav dike. Tu xêra vê yekê ji kesî re tune ye. Divê em qenalên demokratîk ên siyasetê vekin. Divê em destê siyasetê hêsan bikin û pêşiya çareseriyê vekin.”

Tan, destnîşan kir ku biryara guhertina pîrozkirina Newrozê ji bo ku gel zêde tevli nebe hatiye wergirtin û wiha axivî: “Ji ber ku dizanin dê roja yekşemê tevlibûn zêde bibe, ev biryar girtin. Ji bo ku gel kêm beşdarî Newrozê bibe dixwazin em di 21’ê adarê de, roja çarşemê pîroz bikin. Walî Avnî Mutlu li Diyarbekirê walîtî kiriye. Divê hinek ji Diyarbekirê ders wergirtiba.”

AKnews
 

Diğer Haberler