Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
BDP’ê PDK û YNK ji bo kongreya xwe vexwend

BDP'ê PDK û YNK ji bo kongreya xwe vexwend

20 Eylül 2012 Perşembe 20:20
BDP'ê ji bo kongreya asayî ya ku di 14'ê cotmehê de li dar dixe, Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî, Serokê Parlamentoyê Erselan Bayîz û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî vexwend.

Heyetek ku ji endamên Nûneriya BDP'ê ya Hewlêrê Mehmet Alî Aydin, Cemal Coşkun û Abîd Îke pêk dihat, îro saet derdora 10.00'an de çû serdana buroya Berpirsê Polîtburoya PDK'ê Kemal Kerkûkî ya li Hewlêrê. Nûneriya BDP'ê ya Hewlêrê di serdanê de ragihand ku di 14'ê cotmehê de li Enqereyê Kongreya Asayî ya BDP'ê heye. Heyetê,  Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokê Parlamentoyê Erselan Bayîz û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî vexwend. Heyeta BDP'ê vexwendnameyê da destê Kerkûkî.

YNK û Goran jî tên vexwendin

Li gorî agahiyên ji Nûneriya BDP'ê ya Hewlêrê hatin girtin, Serokomarê Iraqê û Serokê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî û polîtburoya YNK'ê jî bo kongreyê hatin vexwendin. Goran, Zehmetekeşan, Yekgurtiya Îslamî, Komalên Îslamî, Serokê tevgera Goranê Noşîrvan Mustafa jî di rojên pêş me de dê bên ziyaretkirin û ji bo kongreyê bên vexwendin.(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler