Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Belgefîlma komkujiya Geliyê Zîlan hat kişandin

Belgefîlma komkujiya Geliyê Zîlan hat kişandin

03 Ağustos 2012 Cuma 06:29
Di derbarê komkujiya Geliyê Zîlan, a ku di sala 1930 an de, ji aliyê hêzên artêşa dewleta Tirkiyê ve hatibûn kirin, cara ewile ku belgefîlma komkujiyê hate çêkirin.

Li gorî nûçeya malpera “avestakurd”, belgefîlm, bi navê "Newala Xwînê" hatiye amadekirin û derhêneriya belgefîlmê Sedat Ulugana kiriye û mûzîk jî Suna Alan.

Di sala 1930an de, ji aliyê artêşa dewleta Tirkyê ve, hîn ku hereketa sêyemîn a Agiriyê destpê nekiribû, Kurdan xwe spartibûn Geliyê Zîlan a ku li navçeya Erdîşê ya Wanê ye.

Artêşa Tirkiyê li Geliyê Zîlan li hemberî Kurdan komkujî pêk anî. Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, 15 hezar kes, li gorî nivîskarê Kurd yê ku bîzatîhî di serhildana Agiriyê de cih girtiye Hesen Hîşyar Serdî, ji 18 gundên eşîretên Hesenan, Zîlan, Sipkan û Ademan, 47 hezar gundî hatine qetilkirin.(AKnews)

Diğer Haberler