Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Berpirsiyariya Pêvajoyê Bi Hikûmetê Re Ye’

'Berpirsiyariya Pêvajoyê Bi Hikûmetê Re Ye'

18 Ağustos 2010 Çarşamba 18:11
Nûnerên 149 SCS diyar kirin, agirbesta ku PKK'ê îlan kiriye destek dikin, xwestin ku ji bo çareseriyeke aştiyane û diyalogê operasyonên leşkerî bên rawestandin.
Nûnerên 149 SCS diyar kirin, agirbesta ku PKK'ê îlan kiriye destek dikin, xwestin ku ji bo çareseriyeke aştiyane û diyalogê operasyonên leşkerî bên rawestandin.

Nûnerên 149 saziyên civakî yên sivîl (SCS) ên li Diyarbekirê, îro li ber Eywana Resepsiyonê ya Parka Sumerê civiyan û xwestin ku dewlet, hikûmet û muxalefet xwedî li agirbesta ku PKK'ê îlan kiriye derkevin.

Daxuyaniyê Nûnerê Diyarbekirê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Sezgin Tanrikulu xwend. Tanrikulu got, "biryara agirbestê ya PKK'ê ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane yên ji bilî tundiyê bê çareserkirin, derfetên mezin afirandine".

Tanrikulu xwest ku ev pêvajo jî ji dest neçe û ji bo vê bang kir ku operasyonên leşkerî neyên kirin. Nûnerê TÎHV'ê Tanrikulu xwest zemîna çareseriya aştiyane û azadîxwaz a pirsgirêkê bê afirandin.

Tanrikulu anî ziaman, ji bo ku çek careke din neyên bikaranîn û pirsgirêk bê çareserkirin, ew ê wekî saziyên civakî yên sivîl berpirsiyariya xwe bînin cî û rîskan bidin ber xwe.

Li ser prisa rojnamegerekî ya wekî, "Gelo hikûmet we ji bo van daxuyaniyan teşwîq dik?", Tanrikulu got, "Na, tiştekî wisa tune ye. Em berpirsiyariya xwe ya di vê mijarê de tînin ziman, em bi îradeya xwe daxuyaniyan didin."

PKK'ê di 13'ê tebaxê de biryara xwe ya "bêçalaktiyê" ya yekalî daxuyandibû û diyar kiribû ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd dê heta 20'ê îlonê çalakiyan li dar nexin û dê di parastina pasîf de bimînin.

AKnews

Diğer Haberler