Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bertekên li hemberî êrîşa Elkê

Bertekên li hemberî êrîşa Elkê

04 Eylül 2012 Salı 20:06
Piştî êrîşa li Navçeya Elkê ya Şirnexê, siyasetmedarên li Tirkiyê dîsa peyamên cuda dan. CHP û MHP'ê hikûmeta AKP'ê rexne kir, BDP'ê jî destnîşan kir ku divê siyasetmedar vê pirsgirêkê nîqaş û çareser bikin.

Piştî êrîşa li hemberî avahiyên leşkerî yên dewletê ya li Navçeya Elkê ya Şirnexê, siyasetmedaran helwestên cuda nîşan dan. BDPê diyar kir ku divê ev xwîn êdî raweste. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî bo Serfermandarê Giştî Necdet Ozel peyama sersaxiyê şand. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo malbatên leşker û polîsên di vê êrîşê de jiyana xwe jidest dane sersaxî xwest. Demîrtaş got ku digel pêşketinên siyasî jî, mirin berdewam in. Demîrtaş, wiha got: "Em êşa hemû kesan parve dikin. Em dibêjin hemû mirin û êşên diqewimin bila ji bo herkesî bibe ders. Divê di aliyê wîjdanî û exlaqî de ji bo hemû kesan bibe ders. Divê herî zêde jî siyasetmedar ders ji van mirina bigirin. Tenê saziya siyasetê dikare ji bo mirinan bibe çareserî. Kî dê ji bo van mirinan çareserî bibîne? Bêguman dê siyasetmedar bibînin."

'Em ê nekevin vê kemînê'

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî êrîşa li Elkê, ji Serfermandarê Giştî Necdet Ozel re peyama sersaxiyê şand. Erdogan ji bo gelê Tirkiyê sersaxî xwest. Erdogan ev tişt gotin: "Li hemberî van êrîşên nemerdî em ê wek milet, sebr û aramiya xwe bidomînin. Em ê ti car nehêlin ku xayîn miletê me hêrs bikin û nefretê bikin nav dilê gelê me. Em ê nekevin vê kemînê."

'Tirkiye li hikûmetek pêbawer digere'

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Adnan Keskîn destnîşan kir ku AKP'ê ji çapemeniyê re gotiye 'Nûçeyên şehîdan nedin' û wiha got: "Bi rastî ev delîleke neçarî û bêçaresertiya desthilatiya AKP'ê ye. Tirkiye li hikûmeteke ku di mijara terorê de pê bawer be digere. Ev bûyerên dawî, nîşan dide ku CHP di xwesteka kombûna Meclîsê de çiqas mafdar e."

Bahçelî dîsa got 'Li Qendîlê bixin'

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî diyar kir ku divê hikûmeta AKP'ê biryarekê bide, Qendîlê û qadên derdora wê serobino bike. Bahçelî wiha got: "Divê hikûmeta AKP'ê, hê ku yekîtî û yekparetiya gelê tirk zêdetir birîndar nebûye, divê dev ji gavên muzakereyê berde û peywira xwe bicî bîne. Divê bê zanîn ku partiya me dê li cem her destwerdan û amadekariya netewî be."(Rûdaw)

Diğer Haberler