Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bexda dest bi şerê kontrolkirina dergehên sînorî li gel Hewlêrê dike

Bexda dest bi şerê kontrolkirina dergehên sînorî li gel Hewlêrê dike

15 Eylül 2012 Cumartesi 16:57
Îro proje yasayeke girîng tê danîn li pêşberî parlamentoya Iraqê ku li dijî Herêma Kurdistanê ye û şerekî din ê Bexdayê ye li dijî Herêma Kurdistanê.

Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro ya parlamentoya Iraqê de proje-yasaya kontrolkirina tevahiya dergeh û xalên sînorî yên Iraqê dikeve dengdana pêşwext de ka gelo bê redkirin yan parlamentoya Iraqê wê bixe bernameya kar de û gotûbêjan li ser bike.”

Navbirî yasaya han wekî “girîng û dijî gelê kurd” wesf dike û dibêje: “Yasaya han li dijî Herêma Kurdistanê ye û li gor projeya wê tevahiya deriyên sînorî dikevin jêr desthilata Bexdayê û tew di destnîşankirina karmendan de jî, tevî ku divê xalên sînorî bi hemahengî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de be.”

Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb axaftina xwe wiha qedand: “Bi her awayî em wê proje-yasayê red dikin û li ser razî nabin, çiku nabe Bexda yekalî biryar bide û divê li gel Herêma Kurdistanê hemaheng û hevkar be.”(Rûdaw)

Diğer Haberler