Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Bila Barzanî partiyên bakur jî li Hewlêr bicivîne’

‘Bila Barzanî partiyên bakur jî li Hewlêr bicivîne’

12 Temmuz 2012 Perşembe 13:59
Serokê Grûba Diyalogê ya Dicle Firatê diyar kir ku bila serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî partiyên bakurê Kurdistanê jî li Hewlêrê bicivîne.

Amed  – Serokê Grûba Diyalogê ya Dicle Firatê Muhittin Batmali di daxuyaniyekê civandina partiyên rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve nirxand û got: “Partiyên kurd ên Sûriyê ji aliyê serok Barzanî ve ji bo Kurdistanê hatin vexwendin. Barzanî daxwaz ji wan kir ku di nava xwe de li hev bikin û di nava wekheviyê de bin. Em piştgiriya vê yekê dikin. Daxwaza me ew e ku birêz Barzanî partiyên kurd ên li Tirkiyê jî ji bo wê vexwîne û ji bo bihevrebûna wan bikeve nava hewldanan.”

Tevî ku walîtiya Amedê destûra mîtîngê ne da jî, hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku wê mîtîngê lidarbixin. Batmanli rexne li mîtînga BDP û KCDê ya 14ê Tîrmehê jî girt û got: “Madem hûn di lidarxistina mîtîngê de bi israr in, wê demê zarok û hevserên xwe jî bibin mîtîngê.”

Serokê Grûba Diyalogê ya Dicle Firatê Muhittin Batmali îdia kir ku zarokên parlamenterên AKP û BDPê li kolejên taybet ên li Tirkiyê dixwînin û got: “Yên dimirin jî ciwanên min ên Kurd in, polîs û leşkerên min in. Hemû jî zarokên me ne.”

Rûdaw

Diğer Haberler