Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Bila herkes li hemberî deskeftiyên Rojava rêz bigre’

'Bila herkes li hemberî deskeftiyên Rojava rêz bigre'

28 Temmuz 2012 Cumartesi 01:20
Bayram Bozyel, bal kişand ku rejîma Beas meşrûtiyeta xwe li Sûriyê wenda kiriye û kurdan jî mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne. Bozyel, xwest hemû kes li hemberî destkeftiyên li Rojava rêz bigre.

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, bal kişand ku rejîma Beas meşrûtiyeta xwe li Sûriyê wenda kiriye û kurdan jî mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne. Bozyel, xwest hemû kes li hemberî destkeftiyên li Rojava rêz bigre.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel, bi rêveberên partiya xwe re, derbarê pêşveçûnên li Rojava de civîneke çapameniyê pêk anî. Bozyel, got tu şik tune ye ku rejîma Beas li Sûriyê meşrûtiyeta xwe wenda kiriye û vê sîstemê di nava salekê de 20 hezar kesî bi awayeke hovane kuştiye. Bozyel, diyar kir divê hemû kes li dijî trajediya li Sûriyê nerazîbûn nîşan bidin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî Esed demildest bikevin nava tevgerê. Bozyel, xwest Esed û hevalbendên wî di dadgehên navneteweyî de bê darizandin

Bayram Bozyel, bi bîr xist di zordariya rejîma Beas de heta îro herî zêde kurd mexdûr bûne û wiha berdewam kir: “Divê bêkêmasî mafên rewa yên gelê kurd bê naskirin û karanîna van mafan bi çarçoveyeke gunc ya siyasî bête mîsogerkirin. Her wiha helwest nîşandan û şopandina riya derheqê  mafên gelê kurd, ji bo xuyakirina dehatûya Sûrî asteke gelekî girîng e.”

Bozyel, bal kişand piştî bi dehan salan kurdan li Kurdistana Rojava bajar û navçeyên xwe xistine bin kontrolê û hewl didin destkeftiyeke mayînde bi dest bixin. Bozyel, li hemberî nerazîbûna Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a li dijî destkeftiyên Rojava, nerazîbûn nîşan da û ji Erdogan û Tirkiyeyê xwest li hemberî destkeftiyên kurdan rêz nîşan bidin. Bozyel, destnîşan kir Tirkiye bi hinceta PKK’ê dixwaze zemîna mudaxalekirina destkeftiyên li Rojava pêk bîne û wiha axivî: “Bi maneya ‘Tesîra PKK’ ji bo herêma kurd aa Sûriyê psikolojiya mudaxeleyeke leşkerî amade dikin. Mudaxeleyeke leşkerî bi destê Tirkiyê, ji bo Tirkiyê rêlivekirina têgeha ‘Neyarê Kurdan’ xuurt dike. Di Tirkiyeyê de hêviya bi şêweya aştiyane û demokratîk çareserkirina pirsa kurd ji holê radike. Dema borî de bi rêçûnên teq û req be jî mesafên ku hatin destxistin vala derdixe.”

Bozyel, da zanîn bikaranîna hemû mafên neteweyî û însanî yên miletê kurd mafekî bingehîn û rewa ye û xwest ji bo mayîndekirina destkeftiyan hêzên siyasî yên kurd bi civaka navneteweyî re dîplomasiyeke baş bimeşînin.

Rûdaw

Diğer Haberler