Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Bila Kurd patenta Ava Sûsê bigrin’

'Bila Kurd patenta Ava Sûsê bigrin'

31 Temmuz 2012 Salı 15:11
Ava sûsê ku ji gurçikan û mîdeya mirovan re baş e, di bin germa havînê de eleqeyeke mezin dibîne.

Li kuçe û kolanên bajarên Kurdan ava sûsê weke Coca Colaya Kurdan tê hesibandin. Ava sûsê ku ji gurçikan û mîdeya mirovan re baş e, di bin germa havînê de eleqeyeke mezin dibîne.

Tirk jê re dibêjin “Biyan bali”, “Meyan şerbeti”. Kurd wê weke “ava sûsê” bi nav dikin. Sûs giyayeke û zêdetir li Pirsûsa Rihayê şîn dibe. Ji ber vê yekê navê “Pir-Sûs” li vê navçeyê hatiye kirin. Metreyekî ji binê erdê koka vî giyayî derdixin û bi koka vî giyayî vê şerbetê çêdikin. Her çiqas navê wê yê tirkî heye jî, ew li bajarên Kurdan tê firotin û weke Coca Colaya Kurdan tê hesibandin. Kesên ku li bajarên Riha, Amed, Dîlok, Êlihê bigerin, dikarin bi hêsanî ava sûsê peyda bikin. Gellek kes serê sibehan bi dengê şerbetfiroşan ji xew şiyar dibin. Ew depoya xwe ya şerbetê didin pişta xwe, weke derwêşan kuçe bi kuçe, kolan bi kolan digerin. Şeqa şeqa qedehên wan ên sifir û gazîkirina wan a “Werne ava sûsê” di guhê mirov de deng vedide. Di bin qeleqejka havînê ya 40-43 derece de, gellek kes nava xwe bi ava sûsê ya cemidî hênik dike. Hemû kes di wê baweriyê de ne ku ava sûsê ji gurçikan û mîdeyê re baş e. Ji ber vê yekê ev şerbet weke “dermanê nexweşiya mîde û gurçikê” tê dîtin. Ev av ewqas navdar e ku li ser wê stran hatine çêkirin. Koma Hemdem di albûmeke xwe de strana “ava sûsê” dibêje û ev stran gellekî tê hezkirin. Hin şerbetfiroş jî ava sûsê bi strana “ava sûsê” difiroşin. “…Cemidî lawo cemidî, ava sûsê cemidî. Cemidî lawo cemidî…”  

Yek ji şerbetfiroşan jî Sadik Batubay e. Emrê wî 65 e. Bi gotina wî ev 50 sal in depoya şerbetê li pişta wî ye û li Amedê bost bi bost geriyaye. Nifûseke 11 kesî bi qezenca vê şerbetê xwedî kiriye. Lê bêsiûdiyeke wan heye. Ew tenê salê 3 mehan dikarin bixebitin û mehên din betal dimînin. Lewre ew tenê havînan dikarin vî karî bikin. Dema ku rojên germ diçin, ava sûsê ya cemidî jî li kuçe û kolanan wenda dibe. Heta ku germ hebe, ev şerbet heye, dema germahî rabû, şerbetfiroş jî neçar dimînin dest ji kar bikişînin.

‘Bi zikê birçî vexwin’

Beriya hemû kesî Bavê Elo ev kar kiriye. Bavê Elo şerbetfiroşekî kevn e. Lê beriya bi salan jiyana xwe ji dest daye. Digel vê yekê jî tesîra wî hêj li ser şerbetfiroşan heye. Bavê Elo di nava şerbetfiroşan de efsaneyek e. Şerbetfiroş Batubay, Bavê Elo weke “Mîrê şerbetfiroşan” bi nav dike: “Bavê Elo başqanê me bû”. Hemû şerbetfiroş ji ava sûsê re dibêjin derman e. Lê dema em ji şerbetfiroş Batubay dipirsin “Hûn ji kû dizanin derman e? Ma hûn bijîşk in?”, bersiveke wiha dide: “Serê sibehê bi zikê birçî mirov vexwe çêtire. Bavê Elo wisa digot. Bavê Elo şerbetçiyê me bû, rêberê me bû. Xwedî tecrûbeyeke mezin bû. Ew baş dizane ka ava sûsê ji kîjan nexweşiyan re baş e.” Li gorî gotina Batubay, li Amedê nêzî 100 şerbetfiroş hene û ev yek jî qezenca wan kêm dike.

‘Ava fêkiyan firotina ava sûsê kêm kir’

Yek ji şerbetfiroşên din jî Cemîl Batur e. Ew 63 salî ye û 40 sal in vî karî dike. Ji Pîrana Amedê ye û Kurdekî zaza ye. Ew vê şerbetê weke “Colaya Kurdan” bi nav dike. Li navenda Amedê sûs tine ye, ji ber vê yekê şerbetfiroş ji Pirsûs, Êlih û Bismilê giyayê sûsê tînin. Li gorî gotina Batur, heta ku dew, cola, ava xox, leymûn, porteqal û cureyên din derneketibûn, rojê 6 depo şerbet difirot. Lê niha rojê tenê depoyekî dikare bifiroşe. Baturay şîreteke hêja li kirîgerên xwe dike û wiha dibêje: “Niha şerbetfiroşî bûye karê bêkaran. Hostetî miriye. Têbiniya min li xelkê ev e; şerbetê ji ciwanan nestînin. Hostetî bi salan çêdibe û tecrûbeyek divê. Kesên ku bi dehan salan ev kar kirine, tameke baştir didin vê şerbetê. Ji ber vê yekê şerbeta xwe ji hosteyên şerbetan bikirin.”

‘Patenta ava sûsê derxin û li dinyayê belav bikin’

Yek ji şerbetfiroşan jî Rehmî Şanbel e. Ew jî 10 sal in şerbetê difiroşe. Ew dixwaze Kurd patent û formula vê şerbetê bi awayekî nivîskî çêbikin û patenta vî karî bigrin. Piştre vê şerbetê li hemû derê dinyayê belav bikin û li ser navê Kurdan bifiroşin. Ev yek wê ava sûsê li dinyayê bike marqeyeke baş û gellek kes wê bi vê marqeyê re Kurdan jî nas bikin.(Rûdaw)

Diğer Haberler