Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Bila Pêvajoya Diyalogê Bê Destpêkirin’

'Bila Pêvajoya Diyalogê Bê Destpêkirin'

30 Ağustos 2010 Pazartesi 18:03
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê xwest ku ji bo biryara bêçalaktiyê ya PKK'ê veguhere çareseriyeke mayînde pêvajoya diyalogê bê destpêkirin.
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) xwest ku ji bo biryara bêçalaktiyê ya PKK'ê veguhere çareseriyeke mayînde pêvajoya diyalogê bê destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya TBM'ê de hate diyarkirin ku bi gelek saziyên civakî yên li Tirkiyeyê re wan jî banga agirbestê li PKK'ê kiribû û hate bibîranîn ku PK'ê heta 20'ê îlonê biryara bêçalaktiyê daye.

TBM di daxutyaniyê de dixwaze ji bo çareseriyeke mayînde pêvajoya diyalogê bê destpêkirin û aktorên ku xwe wekî aliyên çareseriyê dibînin neyên beralîkirin.

Di daxuyaniyê de tê xwestin ku ji bo çareseriyê "benda hilbijartinê ya di temsîlê de dibe sedema bêedaletiyê bê rakirin, qanûna partiyên siyasî ji qedexeyan bê paqijkirin" û wiha tê gotin:

"Hemû siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, qasidên aştiyê ku ji bo çareseriyê çek danîn û hatin ku ev ji salekê zêdetir e bi operasyonan hatin girtin,divê demildest serbest bên berdan. Ji bo aştiyê divê aktorên siyasî û medya zimanê aştiyê bingeh bigire û zemîneke ji bo muzakereyê bê afirandin. Israra di polîtîkayên li ser mirin û kuştinê de zirarê dide baweriya me ya ji bo siyasetê. Ji ber vê jî, di serî de hikûmet, em bang li hemû saziyên dewletê û partiyên siyasî dikin ku hemû êşan hîs bikin û bi berpirsiyarî tevbigerin."

AKnews

Diğer Haberler