Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Bila PKK û dewlet di bin mîsogeriya Barzanî de li hev bên’

‘Bila PKK û dewlet di bin mîsogeriya Barzanî de li hev bên’

27 Haziran 2012 Çarşamba 11:42
Mihyedîn Batmanli: Emê ala Kurdistanê li Kurdistana Bakur jî daliqîn in

Amed (Rûdaw) – Berdevkê Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê Mihyedîn Batmanli, xwest PKK û dewlet di bin navbeynkarî û mîsogeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li hev bên û aştiyeke mayînde ava bikin.

Berdevkê Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê Mihyedîn Batmanli û serkêşên komê, li avahiya xwe, di bin ala Kurdistanê û Tirkiyeyê de, civîneke çapameniyê pêk anîn. Li aliyê çepê wêneyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û li aliyê rastê jî wêneyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cih girt. Di pankartê de nivîsa “Ji bo Xwedê. Êdî bes e. Bila xwîn raweste” bal kişand. Mihyedîn Batmanli, di axaftina xwe de got ew dixwazin di bin navbeynkarî û mîsogeriya Barzanî de dewlet û Tirkiye li hev bên û şer rawestînin.

'Li Çiyayê Cudî bombe dibarin'

Batmanli, diyar kir ku ew dixwaze bang li raya giştî ya Tirkiyê û kesên dibêjin em misilmanin bikin. Batmanli, anî ziman ku keştiya Nuh Pêxember li Çiyayê Cudî sekiniye got: "Ez bang li misilmanan dikim, ka misilmantiya we li ku ma, li warê Nuh pêxember bombe tên barandin. Werin em hemû bi hev re jê re bibêjin rawest e. Ev ne salek û du ne, ev sedan sal e Kurdistan hatiye talankirin."

'Mixatabê şer û aşitiyê Serok Apo ye'

Batmanli, di axaftina xwe de bang li Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir û diyar kir ku kurd aşitî û biratiyê dixwazin. Batmanli, wiha pê de çû: "Birêz Serok em kurd aşitî û biratiyê dixwazin. Binêrin ez ne PKK'yî û BDP'yî me, di jiyana xwe de min deng nedaye wan. Lê ez dibêjim mixatabê şer birêz Abdullah e. Madem kî mixatab Serok Apo ye, ji bo başî, aşitî û biratiya gelên kurd û tirk pêwîst bike herin Îmralî û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.

Batmanli, bal kişand dewletbûn ji tirk, faris û ereban re heq tê dîtin lê ji kurdan re weke qebehetek tê nîşandan û wiha got: “Mafê dewletbûnê ji wan re çiqas heq be, ji kurdan re jî heq e. Ez bawer im dê rojekî li Bakurê Kurdistanê jî federasyon an jî dewletek ava bibe û dê ala Kurdistanê û Tirkiyeyê li ba hev li ba bibin.” Batmanli, li derdorên ku xwe weke misilman nîşan didin rexne kir û got di îslamiyetê de heqê ku ji hemû qewman re heye ji kurdan re jî heye.

Batmanli, banga bêdengbûna çekan li PKK’ê û banga rawestandina operasyonan jî li dewletê kir û daxwaza bicîhanîna van xwestekan kir:

1- Bila PKK agirbest îlan bike

2- Dewlet divê operasyonan rawestîne

3- Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî divê di navbera aliyan de bibe navbeynkar û garantor

4- Divê ji bo hemû girtiyên siyasî efû bê derxistin

5- Divê ji ber tevkujiyên ku ji aliyê rejîma kemalîst a Komara Tirkiyeyê ve heta niha hatine kirin, lêborîn bê xwestin

6- Hemû arşîvên dewletê divê bên vekirin

7- Ji bo Birêz Abdullah Ocalan divê şertên girtîgeha malê bê avakirin

8- Di serî de cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî, divê cihê gora hemû Rêberên Kurdistanê yên weke Seyîd Riza û Seîdê Kurdî bên aşkerakirin

9- Erdnîgariya Kurdistanê divê bi awayeke fermî bê qebûlkirin

Diğer Haberler