Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bila sonda tirkî ya dibistanan bê rakirin

Bila sonda tirkî ya dibistanan bê rakirin

23 Nisan 2012 Pazartesi 22:08
Mazlum-Derê ji bo ku sonda tirkî ya ku her roj di dibistanan de bi zarokan didin xwendin bê rakirin, çalakiyek li dar xist.

Diyarbekir 23 Nîsan – Mazlum-Derê ji bo ku sonda tirkî ya ku her roj di dibistanan de bi zarokan didin xwendin bê rakirin, çalakiyek li dar xist. Rêveber û endamên komeleyê di şûna vê sondê de sonda “Kurd im, ereb im, çerkez im, ermenî me” xwend.

Komeleya Mafên Mirovan û Piştgiriya Bi Mazlûman re (Mazlum-Der), ji bo şermezarkirina sonda tirkî li Deriyê Çiyê daxuyaniyek de çapameniyê. Rêveberên Mazlum-Derê xwestin sonda tirkî li ser zarokan neyê ferzkirin û di şûna vê sondê de ev sond xwarin:

Ez ne mecbûr im bibim tirk
Rast im, jîr im
Dema mezin bibim ji xwe betal im
Min ji hin mezinên xwe hezkirin nedît
Ku ji biçûkên xwe hez bikim
Karê min ê ewil standina pêlîstokan e
Xwarina tirî ye
Hurmeta xwediyê malê ye
Armanca min, lîstina bi keviran e
Lê divê tu caran bi keviran neyêm girtin
Lewre dema di vî emrê de bêm girtin
Cihê ku min bavêjinê diyar e

Ey mezinên min ên ku roja xwe dibihurînin
Di vî emrî de tu armanceke min tune ye
Ez ê ber bi tu cihan ve nemeşim
Tekane hebûna min canê min e
Wê jî ji min nexwezin
Ez ê wê nedim tu kesî

Kurd im, ereb im, çerkez im, ermenî me, laz im, tirk im
Lê ne kêfxweş im
Lewre hemû tiştên ku min ji ber kirin
Ez kêfxweş nekirim

md AKnews

Diğer Haberler