Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Bila Suleyman Demîrel û Tansu Çîller jî bên darizandin’

‘Bila Suleyman Demîrel û Tansu Çîller jî bên darizandin’

23 Haziran 2012 Cumartesi 10:57
Rêveberên KMM’ê û malbatên wendayan, ji bo ku berpirsyarên kuştinên kiryar nediyar bên cezakirin, li ber Dadgeha Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Serokê KMM’ê Racî Bîlîcî, xwest doza Cemal Temîzoz û ya JÎTEM’ê berfirehtir be û hemû sûcdar bên cezakirin.

Îro li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina doza albayê gritî Cemal Temîzoz, serokcerdevan Kamîl Atak û endamên din ên JÎTEM’ê careke din dest pê kir. Cara 37’emîn e ev bersûc derdikevin pêşberî dadgehê. Di bin pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Amedê de, malbatên wendayan û kuştinên kiryar nediyar li ber Dadgeha Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên wenda û kuştiyên kiryar nediyar hatin vekirin. Malbatan di çalakiyê de xwest berpirsyarên 17 hezar kuştinên kiryar nediyar bên dîtin û cezakirin. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar û nûnerên saziyên sivîl jî piştgirî dan vê çalakiyê.

Serokê KMM’a Amedê Racî Bîlîcî, bi bîr xist ev demeke dirêj e ji bo cezakirina kujeran têdikoşin lê heta niha derbarê van kuştinan de tu gav nehatine avêtin. Bîlîcî, diyar kir niha Cemal Temîzoz û ekîba wî li dadgehê tê darizandin lê divê hêza siyasî ya li pişt van mirovan jî bên darizandin û wiha got: “Diviyabû Mehmet Agar, Tansu Çîller û Suleyman Demîrel niha li vir bihatana dadgehkirin. Hûn nikarin van kuştinan bixin stûyê çend kesan û xwe ji vê meseleyê xilas bikin.”

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî destnîşan kir ev doz 3 sal in didome û wiha axivî: “Me di vê dozê de dît di salên 90’î de pêkanînên sîstematîk hene, biryareke navendî ya polîtîk heye, li pişt van îradeyeke siyasî heye û ev pêkanîn li gelek cihan çêbûne. Bi gotina navneteweyî li hemberî mirovan sûcên mirovahiyê hatiye kirin.”

Rûdaw

Diğer Haberler