Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bîrtane: Êdî baweriya kurdan bi gotinên siyasetmedarên Tirk nayê

Bîrtane: Êdî baweriya kurdan bi gotinên siyasetmedarên Tirk nayê

30 Ekim 2012 Salı 19:06
Parlamentera BDPê ya Qersê Mûlkiye Bîrtane li ser banga Gul got: “Berî demekê Gul got, ‘Wê li vî welatî tiştên baş çêbibin’, lê ev du sal derbas bûn û wek kurd me tiştên baş nedîtin."

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul bang li girtiyên di greva birçîbûnê de kir ku dawî li grevê bênin. Parlamentera BDPê Mûlkiye Bîrtane jî di vê derbarê de got: “Ev hemû xapandinên siyaseta Tirkiyê ne. Êdî kurd di vê serdemê de baweriya xwe bi gotinên siyasetmedarên Tirk naîne.”

Duh parlamenterê BDPê Sirri Sakik, Hasîp Kaplan û hevserokê KCDê û parlamenterê Mêrdîn Ehmed Turk beşdarî resepsiyona avakirina Komara Tirkiyê bûn. Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul banga bi dawîkirina greva birçîbûnê kir û wiha got: “Ez di resespsiyona Cejna Komarê de banga bi dawîkirina vê yekê dikim. Ji ber ku pirsgirêkên wan kurtir dibin. Îro li Tirkiyê her tişt tê axaftin. Ger azadiya axaftinê nebûya, ma wê cesareta tiştên bi vî awayî hatiban kirin. Lê her tişt dikare bê axaftin.”

Berî du salan jî Gul got, wê tiştên baş çêbibin

Parlamentera BDPê ya Qersê Mûlkiye Bîrtane li ser banga Gul ji Rûdawê re axivî û got: “Berî demekê Gul got, ‘Wê li vî welatî tiştên baş çêbibin’, lê ev du sal derbas bûn û wek kurd me tiştên baş nedîtin. Operasyonên leşkerî û siyasî bê navber berfirehtir bûn. Ev hemû xapandinên siyaseta Tirkiyê ne. Êdî kurd di vê serdemê de baweriya xwe bi gotinên siyasetmedarên tirkan naîne. Lê dîsa em dibêjin, ger bangewaziyên bi vî awayî dikin û dixwazin hin tişt çareser bibin, daxwaza me jî ew e ku Komara Tirkiyê bibe komarekî demokratîk. Em jî dixwazin tiştên baş çêbibin, lê baweriya me nemaye. Ev 49 rojin girtiyên kurd ji bo mafên xwe yên herî xwezayî bedena xwe dane ber mirinê ku zêdetirî 3 milyon mirovan îmze komkirine û gotine, ‘Birêz Ocalan îradeya me ya siyasiye û me ew wekî serokê xwe dîtiye.’ Ev îmze ji serokomar, serokwezîrtî û serokatiya parlamentoyê re hatine şandin.”

Bîrtane bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: “Girtiyên di grevê de dibêjin, em mafê xwe, parastina bi kurdî, perwerdeya bi zimanê dayîkê û sererastkirina şert û mercên Ocalan dixwazin. Divê kesên xwedî îrade ji van daxwazane fêm bikin.”

Ev 49 roje girtî ne ji bo mûdaxeleyî wan bikin, ketine greva birçîbûnê

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî derbarê girtiyên di grevê de got: “Ger pêwîst bike wê mûdaxeleyî wan bê kirin.” Bîrtane li ser gotinên Erdogan jî rawestiya û got: “Ji xwe girtî bi rêya parêz û malbatên xwe dibêjin, em ti carî mûdaxeleyekî tibbî qebul nakin. Di sala 2010an de çepgirên Tirkan jî ji bo sererastkirina şert û mercên girtîgehê ketibûn grevê, wê demê mûdaxeleyî wan kirin. Bi sedan girtî hatin qetikirin.  Ger vê yekê bidin ber çavê xwe, wê kurd jî her roj li qadan bin. Îro li ser banga partiya me wê li her derê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên me berdewam bikin. Ev 49 roje girtî ne ji bo mûdaxeleyî wan bikin, ketine greva birçîbûnê. Wê ew li hundir û gel jî wê li derve li ber xwe bide.

Li ser banga BDPê ya ji bo rawestandina jiyanê ya îro jî û dest pê kirina greva birçîbûnê ya ji aliyê parlamenterên BDPê ve, Mûlkiye Bîrtane got: “Ez li bajarê Qersê 3 rojan ketim greva birçîbûnê. Îro grûbekî din grev dewir wergirt. Parlamenterên me yên Amedê birêz Emîne Ayna û Nursel Aydogan jî ev du rojin li Amedê di greva birçîbûnê de ne. Wê her parlamenterek li bajarê ku lê bikevin greva birçîbûnê.”

Parlamentera BDPê ya Qersê Mûlkiye Bîrtane di dawiya axaftinên xwe de got: “Ger mûdaxeleyekî mezin rûbide, emê rewşê binirxînin û wê parlamenter jî çalakiya xwe bênin cih. Ji xwe du parlamenterên me yên di girtîgehê de ketine greva birçîbûnê.”(Rûdaw)

Diğer Haberler