Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Biryara ‘Bi Darê Zorê Anînê’

Biryara ‘Bi Darê Zorê Anînê’

02 Eylül 2010 Perşembe 17:04
Derbarî parlamentera berê ya BDPê Aysel Tuğluk ku ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîna Tirkiyeyê ve parlamentertiya wê hatibû rakirin û 5 sal cezaya siyaset nekirinê hatibû dayîn de, biryara “bi darê zorê birina dadgehê” hate dayîn.
Derbarî parlamentera berê ya BDPê Aysel Tuğluk ku ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîna Tirkiyeyê ve parlamentertiya wê hatibû rakirin û 5 sal cezaya siyaset nekirinê hatibû dayîn de, biryara “bi darê zorê birina dadgehê” hate dayîn.

Aysel Tuğluk, neçû rûniştina îro ku di Dadgeha Cezaya Girana 13'emîn de hate dîtin. Serokê dadgehê bibîrxist ku, bo girtina îfadeya Aysel Tuğluk ji Dadgeha Cezaya Giran a 12emîn a Enqereyê re talîmat hatiye nivîsandin.

Li gorî nûçeya CHAyê Tuğluk neçû rûniştina îro.

Li ser vê hate destnîşan kirin ku, derbarî Tuğluk de, biryara “bi darê zorê anîna” Dadgeha Cezaya Giran a 12emîn hate dayîn.

Rûniştina Enqereyê bo 4ê sermawezê, yê Stenbolê jî bo 30ê sermawezê hate paşxistin.

Di doza Dadgeha Cezaya Giran a 13emîn de parêzerên lîderê PKKê Abdullah Öcalan, Aysel Tuğluk, Doğan Erbaş, İrfan Dündar jî di nav de 7 kes, ji ber nûçeyên bi navê; “Ji hikûmetê re name”, “Ji Öcalanê banga aştî”, “Öcalan: Bila Newroza 2003 bibe Roja Biratiyê” ku di adara 2003 – reşemiya 2004 de di rojnameya Yeniden Özgür Gündem derketine û ji ber nûçeyên ku di rojnameya Özgür Politikayê de bi navê “Ji Tirkiyeyê re demokrasî, Kurdistanê re azadî”, “Divê Tirsa ji kurdan bête derbaskirin”, “Nûnerê NY: Em dikarin bo Öcalanê raportorê xwe rêbikin” derketine tên darizandin.

Derbarî Tuğluk de, ji ber tawana “Propagandaya PKKê kirin” ji 1 heta 5 salan ceza tê xwestin.

AKnews 

Diğer Haberler