Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Biryarên Doza Derbeya Balyozê Eşkere Bûn

Biryarên Doza Derbeya Balyozê Eşkere Bûn

22 Eylül 2012 Cumartesi 12:16
Çetin Doğan, İbrahim Firtina û Özden Örnek 20 sal ceza xwarin.

Li Sîlîvrîyê roja dîrokî hebû. Di doza plana derbeya Balyozê de qirar eşkere bû. Derheqê bersûcê yekem Çetîn Doğan, fermandarên hêzê yên berê Îbrahîm Firtina û Özden Örnek de 20 sal cezaya hepsê hat dayîn. Ji 365 bersûcan 326 kesan ceza xwar.

Li Silivriyê rojeke dîrokî hat jiyîn. Di doza plana derbeya balyozê de roja biryarê bû. Saet Di 11’an de zêdetirî 500 temaşevan û nêzî 60 rojnamevanan ketin salonê.

Ji 250 bersûcên girtî 248 kes di rûniştinê de cihê xwe girtin. Orgeneralê teqawîd Ergin Saygun û serheng Hakan Mehmet Köktürkê ku li girtigehê dilkutî derbas kiribû nehatibûn rûniştinê.

Şandeya dadgehê ewil peyvên dawî yên 4 bersûcên ku negirtî dihatin darizandin stend û paşê jî ji bo biryarê cardin navber da rûniştinê.

Biryara ku bikelecan dihat çaverêkirin danê êvarê hat. Ji fermandarê artêşa yekemîn Çetin Doğan û fermandarên teqawît Îbrahîm Firtina û Özden Örnek re ewil cezaya hepsê ya heta hetayê hat dayîn. Dadgehê ev biryara ji ber hinceta teşebusa kêm a derbeyê daxist 20 salî.

326 bersûc cezayên cur bi cur xwarin. Ji bersûcan re ji ber helwestên neyênî yên di rûniştinan de kirin daxistin nehat kirin û asta herî bilind hat sepandin.

Engin Alan,  Ergin Saygun, Bilgin Balanli, Kadir Sağdiç, Fatih İlğar, Şükrü Sariişik, Cemal Temizöz, Ahmet Feyyaz Öğütçü, Nejat Bek, Deniz Cora, Süha Tanyeri, Abdullah Can Erenoğlu, Mehmet Otuzbiroğlu û Yurdaer Olcan 18 sal cezaya hepsê xwarin.

Serheng Dursun Çiçek, Ahmet Zeki Üçok û Ömer Faruk Ağayarman jî 16 sal cezaya hepsê xwarin.

Derheqê 250 kesên ku girtî dihatin darizandin de jî biryara girtîmayînê hat dayîn. 6 bersûcên negirtî yên li salonê jî hatin girtin û derheqê 69 kesan de jî biryara girtinê hate derxistin.

Ji dozê 36 bersûcan beraet kir. Bersûcê negirtî yê dozê Tuxgeneral Levent Ersöz jî di nav de dosyaya 3 bersûcan hate veqetandin. Xizm û merivên bersûcan yên ku bi meraq libenda biryarê bûn jî cezayan protesto kirin.

Xeber: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler