Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bismilsporê ji Senegal û Gîneyê du futbolîz transfer kirin

Bismilsporê ji Senegal û Gîneyê du futbolîz transfer kirin

04 Eylül 2012 Salı 10:44
Tîma Bismilsporê rengê formayên xwe jî guhert. Rengê Bismilsporê êdî kesk û sor û zer e.

Bismil Belediyespor ji bo ku di vê sezonê de bibe şampiyon ji Senegalê û Gîneyê futbolîzên reşik ên bi navê Îbra û Muhamed transfer kirin. Tîma Bismilsporê ku rengê wê spî û kesk bû, rengê formayên xwe jî guhert. Rengê Bismilsporê êdî kesk û sor û zer e.

Tîma kesk û sor û zer Bismil Belediye Spor, dixwaze di vê lîga amator de bibe şampiyon û derbasî lîga 3’emîn bibe. Lîga îsal di 28-29’ê îlonê de dest pê dike. Bismil Belediye Spor jî dixwaze di vê lîgê de têkoşîneke  serkeftî bide û navê xwe di nava lîgeke jorîn de binivîse. Ji ber vê yekê Bismil Belediye Sporê îsal ji Senegalê futbolîzekî reşik ê bi navê Îbra û futbolîzekî reşik ê Gîneyî bi navê Muhamed transfer kir. Herdu futbolîzan jî li kampa Elezîzê dest bi antrenmanê kirin.

‘Em ê ciwanên xwe ji kuçe û kolanan rizgar bikin’

Serokê Kulûba Bismil Belediye Sporê Mustafa Kurt, derbarê armanca xwe de ji Rûdawê re axivî. Kurt, bi bîr xist tîma Bismilsporê îsal xistine bin banê şaredariyê, rengên formayên xwe jî kirine kesk û sor û zer û ew ê di vê lîgê de teqez bi ser bikevin. Kurt, got ew dixwazin ciwanên kurd li kuçe û kolanan pir in û bi kar û barên beredayî re eleqedar dibin bixin bin banê sporê û wiha got: “Niha xebatên me sedî sed li ser ciwanên li kuçeyan ku bi esrarê, bi diziyê hatine naskirin e. Ev jî girêdayî sîstemê ye.  Em dixwazin van ciwanan ji kolanan rizgar bikin û pêşerojeke ronî ji wan re biafirînin.”

‘Em dixwazin ji Brezîlyayê biborin’

Kurt, bal kişand hejmara zarok û ciwanên kurd weke kuçe û kolanên Brezîlyayê pir zêde ne û ger bingeheke baş bê afirandin ciwanên kurd dikarin di futbolê de xebatên zêrîn bimeşînin û navê xwe di nava futbolîzên cîhanê de binivîsin. Kurt, ji rojnameya me re ev tişt gotin: “Em jî weke her kulûbekî  dixwazin bikevin lîga 3’emîn. Ji lîstikê zêdetir armanca me ew bû ku em wan ciwanên me sedî sed ketine nava kuçeyan, rizgar bikin, wan bi sporê, çandê û hunerê bi pêş bixin. Dema mirov xebateke baş bike, ez bawer im ciwanên kurdan ji Brezîlyayê ji yên din dê biborin. Ez bawer im ciwanên kurd ji wan bêhtir jî dikarin bi pêş bikevin û li hemû cîhanê dê navê wan were nivîsandin. Qabîliyeteke pir mezin bi ciwanên kurd re heye.”(Rûdaw)

Diğer Haberler