Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Boriyeke Kerkûk-Cîhan hate teqandin

Boriyeke Kerkûk-Cîhan hate teqandin

06 Nisan 2012 Cuma 11:44
Hat ragihandin, yek ji her du boriyên veguhastina petrola Iraqê bo Tirkiya “Kerkûk-Cîhan” hate teqanind û henardina petrolê bi rêya wê re rawestiya

Hat ragihandin, yek ji her du boriyên veguhastina petrola Iraqê bo Tirkiya “Kerkûk-Cîhan” hate teqanind û henardina petrolê bi rêya wê re rawestiya.

Bepirsekî enerjiya Tirkiya di vê derbarê de ji ajansa Reutersê re daxuyand ku henardina petrolê bi rêya wê boriyê re rawestiya, lê henardin bi rêya boriya din re berdewam e.

Berpirsekî ewlekariya Tirkiya aşkere kir ku, îro 3 teqînên li pey hev li çend cihên wê boriyê li navçeya Aydil li Şirnexê li nêzîk sinorê Iraqê pêk hatin.

Çavkaniyê ronî kir ku karmendên agirvemirînê niha hewl didin agirê ku di encama teqînan de pê ketiye, vemirînin.

Ajansê amaje kir ku heta niha sedema teqînan nediyar e, lê gelek caran ew borî rastî êrîş û teqînan tên.

Rojane, nêzîkî 500 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bi rêya boriyên “Kerkûk-Cîhan” re bo Tirkiye tê henardin. 

(AKnews)

Diğer Haberler