Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bulent Arinç: Hemû kes aramiyê dixwazin

Bulent Arinç: Hemû kes aramiyê dixwazin

19 Ocak 2013 Cumartesi 13:05
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, derbarê merasîma cenazeyê 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin de got ku “Me dît ku hemû kes aramî û sikûnetê dixwaze.”

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, dema ji bo civîna navendî ya AKP’ê diçû Navenda Giştî ya AKP’ê, pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de nirxand. Arinç li ser pirsa der barê merasîma cenazeyê 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin de diyar kir ku xelkê Amedê bi giraniyeke mezin xwedî li cenazeyên xwe derketiye. Arinç, wiha got: “Je ber vê yekê kêfxweş im. Ji ber ku hemû kes di nav tirsa provokasyon, êrîş û aloziyek de bûn. Dixwazim gelê Amedê pîroz bikim. Tiştê ku li wan tê, kirin. Me dît ku hemû kes aramî û sikûnetê dixwaze.”

Atalay: Tevkariya bo pêvajoyê

Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay jî heman mijarê bi van gotinan nirxand: “'Merasîmên duh û yên îro, li gorî min gelek erênî bûn. Ez vê yekê wekî tevkariya li vê pêvajoyê dinirxînim.”(Rûdaw)

Diğer Haberler