Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Burkay bang li dewlet û PKK’ê kir: Şer rawestînin

Burkay bang li dewlet û PKK'ê kir: Şer rawestînin

10 Kasım 2012 Cumartesi 09:12
Kemal Burkay, diyar kir bi şerê PKK û dewletê pirsgirêka kurd çareser nabe û banga rawestandina şer û operasyonan li dewleta Tirkiyeyê û PKK'ê kir.

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay, diyar kir bi şerê PKK û dewletê pirsgirêka kurd çareser nabe û banga rawestandina şer û operasyonan li dewleta Tirkiyeyê û PKK'ê kir. Burkay, ji bo ku li girtîgehan mirin çênebin banga berpirsyarê li PKK, BDP û hikûmetê kir.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Kemal Burkay ji Rûdawê re axivî. Burkay, diyar kir şerê di navbera PKK ûArtêşa Tirk de pirsgirêka kurd çareser nake û xwest hikûmet di destûra bingehîn de hemû mafên neteweyî yên kurdan nas bike. Burkay, bal kişand bi feraseta dewleta unîter pirsgirêka kurd çareser nabe û wiha got: “Dewleta tirk bila dev ji operasyonan berde, PKK jî bila şerê çekdarî rawestîne. Qet nebe bila agirbest çêbibe, diyalog çêbibe û hikûmet jî gavên çareseriyê bavêje. Grevên birçîbûnê li hemû girtîgehan ji bo bihîstina dengê girtiyan çêdibin. Daxwazên girtiyan rewa ne. Divê pêk bên. Lê guneh e. Bila BDP û PKK jî berpirsyariya dikeve ser milê wan bi cih bîne. Bila mirin çênebin."

Burkay, careke din dubare kir pirsgirêka kurd encax dikare bi federasyonê çareser bibe û got ew dixwazin li Tirkiyeyê ji dibistanên seretayî heta zanîngehan zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û kurdî weke zimanê duyemîn ê fermî bê naskirin.(Rûdaw)

Diğer Haberler