Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Burkay dixwaze ji bo greva birçîbûnê bibe navbeynkar

Burkay dixwaze ji bo greva birçîbûnê bibe navbeynkar

07 Kasım 2012 Çarşamba 05:57
Serokê HAK-PARê Kemal Burkay diyar kir ew dikarin ji bo greva birçîbûnê bibin navbeynkar.

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Burkay tevlî bernameyeke kanala A Haber a Tirkiyê bû. Burkay derbarê greva birçîbûnê ya girtiyên doza PKK û PAJKê yên li girtîgehên Tirkiyê de axivî û diyar kir ku dikarin bibin navbeynkar.

Kemal Burkay gdiyar kir ku ger bê xwestin HAK-PAR dikare ji bo greva birçîbûnê bibe navbeynkar û got: “Ger siyasetmedaran dest avêtiban meseleyê, parastina bi kurdî hatiban pejirandin ev grev çênedibû. Serokwezîr pêngavên bi wêrek diavêje. Carna jî xwe di avêje çeperên paş de. Ger aliyê beramber şaşitiyekê bike, nabe hikûmet jî bikeve heman şaşitiyan. Ez li dijî greva birçîbûn û ya mirinê me. Em berê jî rastî grevên bi vî awayî hatin. Di operasyona ‘Vegerandina Jiyanê’ de hinek ronakbîr çûn girtîgehê û xwestin lihevkirinê çêkin. Wê demê tiliya rêxistinên bi milîtanî jî ji bo berdewamkirina van grevan hebû. Wê demê ew rewş bû sedemê mirina gelek mirovan.”

Serokê HAK-PARê derbarê çareseriya pirsa kurd de jî got: “Divê siyasî bibin pêşengê civakê nekû bibin duvik. Gotina girse ne amadeye, bihaneye. Mesele ez nafikirim ku MHP alîgirê çareseriyê be.”(Rûdaw)

Diğer Haberler