Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bûyerên Zindana Diyarbekirê tên darizandin

Bûyerên Zindana Diyarbekirê tên darizandin

03 Mayıs 2012 Perşembe 23:01
Mexdûrên Zindana Diyarbekirê ya di dema derbeyê de, ji bo ku derbarê hovîtiya Zindana Leşkerî ya Diyarbekirê de li sûcdaran doz veke, serî li Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dan.

Diyarbekir 3 Gulan  – Mexdûrên Zindana Diyarbekirê ya di dema derbeyê de, ji bo ku derbarê hovîtiya Zindana Leşkerî ya Diyarbekirê de li sûcdaran doz veke, serî li Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dan.

Endam û rêveberên Weqfa 78’an û Komeleya 78’an, ji bo ku derbarê hovîtiya li Zindana Leşkerî ya Diyarbekirê de doz bê vekirin, îro berê xwe dan Dadgeha Diyarbekirê û bi dozgeran re hevdîtin pêk anîn.

Mexdûran xwest derbarê wê demê de li sûcdaran doz bê vekirin. Serokê Weqfa 78’an Celalettîn Can, li ber Dadgeha Diyarbekirê bi endamên komele û weqfê re daxuyaniyek da çapameniyê. Can, xwest ji bo hovîtî, zilm û zordariya li Zindana Diyarbekirê ya salên 1980-1984’an, doz bê vekirin. Can xwest Tirkiye bi dîroka xwe re rû bir û bimîne û wiha got:

“Wê demê li hemû girtiyan îşkence, zilm û zordarî hate kirin. Rûmeta wan hate şikandin. Ev yek sûcên mirovahiyê ye. Divê dadgeh derbarê berpirsyarên wê demê de doz veke û hesaba vê demê ji wan bipirse.”

Hêjayî gotinê ye ku di nava kesên ku tevli daxuyaniyê bûn de Nîmet Tanrikulu û rojnamevan Celal Başlangiç jî hebû.

md AKnews
 

Diğer Haberler