Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Çamlibel: Statukoparêz dê bêjin ’na’

Çamlibel: Statukoparêz dê bêjin 'na'

03 Ağustos 2010 Salı 17:28
Yilmaz Çamlibel got ku pakêta guherîna Destûra Bingehîn ku her kes qebûl dike têrê kêm e, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo tevahiya civakê hatiye amadekirin.

Yek ji damezirînerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Yilmaz Çamlibel got ku pakêta guherîna Destûra Bingehîn ku her kes qebûl dike têrê kêm e, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo tevahiya civakê hatiye amadekirin.

Çamlibel ku diyar kir ji ber ku ew bawer dike fêdeya pakêta guherînê ya kêm dê ji zirarê wê zêdetir be ji bo kurdan, ew ê dengê "erê" bi kar bîne, got ku yên statukoparêz dê di referanduma ji bo pakêtê de bêjin 'na'.

Yilmaz Çamlibel ku wekî penaberekî siyasî li Almanyayê dijî, derbarê pêvajoya referandumê û pakêta guherînê de pirsên AKnewsê bersivandin.

Di 12'ê îlona 2010'an de 'Pakêta Guherîna Destûra Bingehîn' dê pêşkêşî referandumê bikin. Di vê referandumê de dê helwesta te çi be?

Ji ber ku ez wisa bawer dikim fêdeya pakêta guherînê ya kêm dê ji zirarê wê zêdetir be ji bo kurdan, ji pakêtê re dibêjim 'erê'.

Yên ne bi çavên rexnegirî lê bi çavên şablonî li jiyanê dinêrin, yên çanda pir-reng û pirçandî nikarin ragirin, yên di ser statukoyê re polîtîkayan dikin dê ji pakêtê re bêjin 'na'.

Yên berdewama dîrokê dibînin, bêalî nêzî pirsgirêkan dibin, yên dinêrin, yên dibînin, yên şîrove dikin û digihîjin sentezan, yên diyalektîka guherî û vegiherîna dîrokî fêm dikin û yên dixwazin li welatekî hemdem û demokratîk bijîn, ji vê guherînê re dibêjin 'erê'.

Ev pakêta guherînê ji bo kurdan çi îfade dike? Kar û zirar çi ye ji bo kurdan?

Li gorî min jî pakêt ji bo kurdan gelek tiştan îfade nake. Lê karên wê ji zirarên wê çêtir in. Her kevirekî ji dîwarê rejîma ku kurdan tune dihesibîne û hewl dide tune bike bê şikandin, dê bi xwe re hilweşiyana dîwarî bîne. Em vê qet ji bîr nekin, hêza bingehîn ku kurd anîn van rojan, hewldana mutewazî ya 80 salan a bav û kalên me ye. Yanî eger ew destkeftiyên biçûk nebûna, Têkoşîna Neteweyî ya Kurd nedihat vê astê.

Wekî tê zanîn, beşeke kurdan dibêje erê, beşek jî boykotê dike. Gelo çima kurdan yekîtiyek ava nekir?

Tê fêmkirin ku komên civakî yê nli Tirkiyeyê li hemberî pakêtê bikevin duriyanekê. Lewre ji bo wan rewş hinekî 'flû' ye. Tiştekî ne baş ku kurd di vê miajrê de ne yek in. Lewre ji bo kurdan rewş gelekî zelal e.

Hema bêje her kes BDP'ê rexne dike ku piştgirî neda êadeya derbarê girtina partiyan de. Lê BDP dibêje, mafê girtina partiyan didin partiyên di meclîsê de ji xwe ew jî dijminên partiyên kurdan in û wateya vê ji bo kurdna tune ye. TU derbarê vê de çi difikirî?

Ez jî qebûl dikim ku rayeya girtina partiyan bidin Meclîsa Gel ev ê ji bo kurdan gelek tiştan neguherîne. Dema girtina partiyeke kurdan bê rojevê, bi fermaneke dewleta kûr a tirk, gumana min tune ye ku hemû partî dê dest bi din destên hev. Lê dîsa jî dadgeha destûra bingehîn dayne ser beşa rastê ya mêzênê û meclîsê dayne ser ya çepê, rastiyeke ku beşa çepê ehven-î şer e.

Hin beşên kurdan dibêjin "4 madeyên naguherin ên destûra Tirkiyeyê kurdan înkar dikin lewre guherîneke biçûk kurdan eleqedar nake...

Heta ku her 4 madeyên di destûra Tirkiyeyê de neyên guhertin ne Tirkiye demokratîk dibe ne jî pirsgirêka kurd çareser dibe. Lê eger ji ber vê yekê guherîna madeyên din girîng neyê dîtin, ev ne li gorî diyalektîka guherîn û veguherînê ya dîrokî ye.

Piştî me kurdan 80 salan li hemberî rejîma Kemalîst têkoşîn da, me hebûna xwe da qebûlkirin. Eger ew hewldanên biçûk ên bav û kalên me nebûna, gelo Dewleta Tirk dê hebûna me qebûl bikira?

Di doza Ergenekonê ya li Tirkiyeyê de sekna PKK'ê û ya kurdên din cuda bû. Li gorî te sedemên îdeolojîk-polîtîk ên vê cudahiyê hene?

Eger li welatekî rewşa Şoreşa Neteweyî ya Demokratîk çêbûbe lê çîna burjuwa ku vê pêk bîne derneketibe, li wî welatî komên burjuwa yên ronakbîr ên biçûk digirin ser xwe. Şoreşên bi vî awayî gelekî bi jan in. Kadro dikevin nav şaşiyên cidî.

Hin caran şoreş zarokên xwe dixwe. Tudiya dide dijmin, di nîqaşên rêxistinî de nîşan dide. Di serî de hin caran berê xwe didin komkujiyan û li serê gelê ku dixwazin rizgar bikin dibin bela. Bi propaganda û tundiyê civakê dike yektîp. Hewl dide unîteriyekê çêke. Di hilbijartina hêzên dost û dijmin de dikeve nava şaşiyan. PKK car caran dîmenê tevgereke bi vî rengî nîşan dide.

PKK, tevgereke wisa ye ku bi mantiqê fîlozofê serdema navîn Aristo difikire û li gorî wê proje û çalakî dike.

Mirovên welatparêz ên ku dixwestin gelê kurd mafê çarenûsa xwe bi dest bixe, ji bo vê hewl didan û bdelan didan û digotin "pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî çêtir tê çareserkirin" wekî "tu rizgariya Kurdistanê naxwazî" sûcdar kirin. Piştre gotin "tu xayîn î" û derbeya dawî lê xistin "qetla te helal e."

Ji vê hêlê ve Apocî û kemalîst gelekî dişibin hev. Lewre armanca wan, rêgezên wan û rewşa madî ya di nav de ne gelekî paralelî hev in. Ji ber vê jî, di serî de Ocalan, tiştekî normal e ku di PKK'ê de heyraniya Kemalîstan hebe, rewşeke objektîf e.

Guherandina Dadgeha Destûra Bingehîn û HSYK'ê ji bo kurdna çi îfade dike?

Guherîneke di statuya Dadgeha Destûa Bingehîn û HSYK'ê de, dîsa bi şertê ku nenepixînin, j ibo kurdan baş e. Ev her du sazî jî keleha kemalîstên dijminên kurdan in. Parlamentoya ku bi dengên gel tê hilbijartin di bin kontrolê de digirin û hêza xwe ya totalîter ji artêşê digirin. Ev guherîna ku van her du saziyan ji wesayeta artêşê dûr dixe ji bo kurdan baş e.

PORTRE / YILMAZ ÇAMLIBEL

Di sala 1938'an de li navçeya Bazîd a Agiriyê hate cîhanê. Dema 6 salî bû bi malbata xwe re sirgûnî Çorumê bû. Di sala 1961'ê de wekî Endezyarê Makîneyan perwerdehiya xwe kuta kir. 6 salan di keştiyan de wekî endezyar xebitî û 20 salan li saziyên dewletê teknokratî kir.

Yilmaz Çamlibelê ku yek ji damezirînerên PSK'ê ye, di derbeya leşkerî ya 1980'yî de hate girtin û li Dıyarbekirê ji doza TKSP'ê hate darizandin; 12 salan di girtîgehê de ma. Piştî ji Girtîgeha Diyarbekirê derket, bi hin kurdên ji derdorên cuda "Weqfa Kurdî ya Çandî û Lêkolînî" (KURT-KAV) ava kir, 3 salan sekreteriya wê kir û 4 salan jî serokatiya wê kir.

Çamlibelê ku pitre 3 salan Serokatiya partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) kir, ji ber xebatên siyasî rastî gelek dozan hat û ji ber cezayên ji hin dozan teqez bûn, neçar bû ku derkeve derveyî Tirkiyeyê. Ev 9 sal in li bajarê Wuppertal ê Almanyayê dijî. Ligel pirt»kên wî yên kurdî û tirkî, di rojnameya Dema Nû û malpera Dengê Kurdistanê de nivîsan dinivîse.

Seyîdxan Kurij / AKnews
Wergêr: mc AKnews

Diğer Haberler