Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Çapemeniya Dinyayê Doza Balyozê Çawa Dît?

Çapemeniya Dinyayê Doza Balyozê Çawa Dît?

22 Eylül 2012 Cumartesi 12:18
Biryara Doza Balyozê, li dinyayê jî deng veda û di çapemeniya dinyayê de, cihekî fireh girt.

Ajansa Nûçeyan Asoşeytit piresê biryara Doza Balyozê demildest kir nûçe û ji hemû dinyayê re da zanîn.

Di xebera ajansê de hat diyar kirin ku bi saya doza balyozê bandora zor û zexta eskeran ya li ser siyasetê hat kêm kirin.

Ajansa Rûîtirsê şîroveyek wisa kir: “Artêşa Tirk di navbera salên 1960 û 1980’an de 3 darbe kirin lê piştî ku recep Tayyip Erdoğan bû serokwezîr bandora xwe ya li ser siyasetê vinda kir.  

Saziya weşanê ya îngîlîstanê BBC’yê jî di malpera xwe da cih da nûçeyê û got; di  nav yên ciza xwarin de 3 general jî hene.

Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Pêşiyê cizayê hepsê yê heta hetayê dane wan her 3 generalan. Lê paşê bi sedama teşebusa kêm ve, ev ciza daxistin 20 salan.

Di malpera CNN’ê de jî hat diyar kirin ku artêşa Tirk di nav 50 salên dawî de 4 hiqûmet wergerandine lê biryara vê dozê nîşan da ku  êdî li Tirkiyeyê bandora leşkeran ya li ser siyasetê kêmbûye.  (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler