Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Çarenûsa Diyarbakirsporê ma 30ê Tebaxê

Çarenûsa Diyarbakirsporê ma 30ê Tebaxê

24 Ağustos 2012 Cuma 15:47
Rojên krtîk li pêşiya Diyarbakirsporê ne. Klûba 44 salî roja 30yê Tebaxê ya tê girtin ya jî berdewam dike.

Li gor nûçeya malpera Diyarbakirspor.orgê û Diyarbakirsozê serokê klûbê yê berê Nurullah Edemen û rêvebiriya wî xwe paşve kişandin û kongre nehat kirin û klûb ev nêzîka du heftiyan e ku bê rêvebiri ye. Hat ragihandin ku Edemen heqdestên xwe û mesrefên ku kirine bexişandiye klûbê û doza standina pereyê xwe nake. Li gor heman nûçeyê hat ragihandin ku serokên berê Çetin Sumer, Suat Onen, Ali Guldamlasi û Mehmet Ozman jî ragihandine ku wê doza heqdest û mesrefên xwe nekin. Eger hemû rêvebir heman helwestê nîşan bidin wê hejmareke girîng ji deynên klûbê bên rakirin û di 30yê Tebaxê de rêvebiriyeke nû bê hilbijartin.

Pereyê ku Edemen bexişandiye ligel faîza wî 1 milyon 50 bin TL ye û eger hemû rêvebirên berê bi rêyên fermî destnîşan bikin ku doza pereyê xwe nakin wê Şahap Akçadag bo rêvebiriyê amade ye. Akçadag hewl dide ku piştî Cejna Remezanê lêkolîn li ser rapora malî ya klûbê bike û biryar xwe bide. Bazirganekî Amedî Cengiz Ayna jî ragihand ew piştgirî dide berendamtiya Akçadag ji bo serokatiya Diyarbakirsporê. 

Diğer Haberler