Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Çerkeza Li Qeyseriyê Jî Daxwaza Zimanê Xwe Kirin

Çerkeza Li Qeyseriyê Jî Daxwaza Zimanê Xwe Kirin

01 Mayıs 2012 Salı 11:48
Çerkeza li Qeyseriyê çalakiyek pêk anîn. Endamê Lijneya Rêvebiriya Însiyatîfa Mafê Çerkeza Kenan Kaplan di mîtîngê de axivî.

Kenan Kaplan wiha got: “Beriya damezena Tirkiye Cumhuriyetê dibistanên ku perwerdeya Çerkezî dikirin hebûn, rojname derdiketin. Em niha jî perwerdeya Çerkezî, rojname û televizyona dixwazin. Ji bo Tirkiyeya demokraît jî evna hewcene.” 

Mîtîng li Parka Zümrütê rêya Fuarê hat kirin. Nêzî 250 kes beşdarî mîtîngê bûn. Di destê çalakvanan de pankartên: “Em perwerdeya zimanên zikmakî dixwazin” “Zimanê min rûmeta min e, ji bo şer jî dikim, diparêzim jî” “Ji asîmîlasyonê re na” “Em televîzyona zimanê zikmakî dixwazin”
 
Serokê Komeleya Mafên Mirovan yê Cumhuriyeta Kabartaya Balkarê Hatajuko Valerî jî got: “Divê Çerkezên ku li Suriyê, Urdinê û Tirkiyê dijîn ji bo zimanê xwe hewlên xurt bidin. Çima gelên ji me kêmtir ji bo ziamên xwe tedikoşin, çima em netekoşin.” 
 
Mîting bi diruşme, al, û leyîstên folklorî ve xemilî.  (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler