Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
CHPê Nexşerêya çareserkirina pirsa Kurd dibe Parlamentoya Tirkiyê

CHPê Nexşerêya çareserkirina pirsa Kurd dibe Parlamentoya Tirkiyê

07 Haziran 2012 Perşembe 22:01
Roja Çarşemê Partiya Gel ya Komarî (CHP), ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nexşerêyek ku ji 10 xalan pêk tê, pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kir.

7 Hezîran - Roja Çarşemê Partiya Gel ya Komarî (CHP), ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nexşerêyek ku ji 10 xalan pêk tê, pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kir.

Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, CHP di nexşerêyê de pêşniyar kiriye ku ji bo çareseriyê li parlamentoyê komisyona civakî a lihevkirinê û ji derveyê parlamentoyê jî grûpa hişmendan were avakirin.

Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu ji bo nîqaşkirina hevdîtina pêşîn duhî bi Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP ) û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dike.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê nexşerêyê de got ku pêşî divê ew nexşerêyê bibîne û divê nexşerê ji aliyê lijneyên peywendîdar ve jî were nirxandin.

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş di derbarê nexşerêya CHPê de got "Di bingeha pirsgirêka Kurd de rola CHPê pir mezin e, lê ev gava ku ji bo çareserkirinê diavêjin giring e"

Hevserokê BDPê destnîşan kir lazim e ku ji bo çareserkirinê ruqalê bi şaşiyên ku hatine kirin ve bibin, ger şaşiyên ku hatine kirin, nehên dîtin û qebûl kirin ji bilî şer û tundûtûjî re tiştek namîne."

Serokê Partiya Gel a Neteweperwer MHPê Devlet Bahçelî jî hewildana CHP rexne kir û got "Li ba me pirsgirêka Kurd tuneye, jiber vê yekê jî ne hewece ye ku CHP hizr û nêrînên xwe bi me re parve bike, deriyê me ji van hewildanan re girtiye."

AKnews

Diğer Haberler