Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Çîçek mudaxaleyî aloziya di navbera AKP-BDP’ê de kir

Çîçek mudaxaleyî aloziya di navbera AKP-BDP'ê de kir

12 Eylül 2012 Çarşamba 00:45
Serokê Meclîsa Tirkiyê Cemîl Çîçek diyar kir ku ger BDP an jî partiyeke din xwe ji Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehîn vekişîne, dê komîsyon belav bibe. Endamên komîsyonê yên BDP'î jî dan zanîn ku negotine "Em ê xwe vekişînin."

Piştî aloziya di navbera BDP'ê û AKP'ê de zêde bû, mijara destnedana parlamenterên BDP'ê hat rojevê. Li ser vê yekê hate îdîakirin BDP'ê eşkere kiriye ku ger destnedana wan bê rakirin, dê xwe ji Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn jî vekişînin. Ger ku BDP vekişe, dê komîsyon belav bibe. Serokê Meclîsê û di heman demê de Serokê Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehîn Cemîl Çîçek, têkildarî mijarê ji rojnameya Akşamê re axivî. Çîçek, bang li her çar partiyên di komîsyonê de kir û wiha got: "Tu kes nikare bêje ez xwe ji komîsyonê vedikşînim û diçim. Helwesteke wiha, dê îtibara saziyeke wiha ya siyasetê wenda bike."

BDP: Dixwazin me ji ser maseyê rakin

Parlamenterên BDP'ê û endamên Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn Ayla Akat Ata û Altan Tan jî nêrînên xwe yên li ser van îdîayan ji heman rojnameyê re vegotin. Endama komîsyonê û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, diyar kir ku wan ji destpêkê de anîne ziman ku çareserî li ser maseyê ye û pêdivî bi destûra bingehîn a aştiya civakî pêk bîne heye. Ata wiha got: "Lê pêşketinên dawî û gotina desthilatiyê ya wekî 'destûra bingehîn a sivîl' ne li ber hev in. Dixwazin ku rêyên siyasetê li BDP'ê bigirin û partiya me bavêjin derveyî siyasetê. Digel hemû pêşveçûnan jî niyeta BDP'ê tune ku ji ser maseyê rabe. Em ê nebin aliyê ku ji ser maseyê rabûye. Lê dixwazin me ji ser maseyê rakin."

'Me tiştek wisa negotiye'

Endamê Komîsyonê û Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî da zanîn ku BDP'ê negotiye dê xwe ji komîsyonê vekişîne û wiha got: "Me got ger destnedana parlamenterên BDP'î bê rakirin, em ê vê îhtimalê jî binirxînin. Ger ku nîqaş hatibe vê astê jî, berpirsyarê vê yekê ne BDP ye, kampanyaya têkbirin û lînckirinê ya li hemberî partiya me ye. Ji bo em ji ser maseyê rabin, sabotajên bi her awayî tên kirin. Ez bawer nakim ku AK Partî destûra bingehîn a sivîl dixwaze."(Rûdaw)

Diğer Haberler