Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê: Haşimî mêvanê me ye

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê: Haşimî mêvanê me ye

11 Mayıs 2012 Cuma 07:21
Beşîr Atalay, diyar kir, cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî, “mêvanê” Tirkiyê ye û dê li mêvanê xwe “xwedî derkevin.”

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, Beşîr Atalay, diyar kir, cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî, “mêvanê” Tirkiyê ye û dê li mêvanê xwe “xwedî derkevin.”

Piştî ku polîs navdewletî, Interpol, daxuyaniyek li bara girtina cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî, ku bi “alîkarîkirina komên terorîstî” tê sûcdarkirin û niha li Tirkiyê ye, da, Tirkiyê bersivek fermî da vê yekê.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, Anadolu, cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay, got, Haşimî mêvanê me ye û emê li mêvanê xwe xwedî derkevin.

Tê zanîn, Tariq Haşimî, ji aliyê dadgeha bilind a Iraqê ve bi alîkarîkirina komên terorîstî hatibû sûcdarkirin û fermana girtina wî hatibû dayîn. Haşimî, piştî ku çend mehan li Herêma Kurdistanê ma, derbasî Tirkiyê bû.

AKnews
 

Diğer Haberler