Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ciwan Haco li Hewlêrê konsereke xêrxwaziyê saz dike

Ciwan Haco li Hewlêrê konsereke xêrxwaziyê saz dike

26 Ekim 2012 Cuma 10:44
Hunermendê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Ciwan Haco li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê konsereke xêrxwaziyê saz dike.

Hunermend Ciwan Haco di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand: “Erkê li ser milê me ye dema pêwîst bû em li hewara her ferdekî kurd li her parçeyekî Kurdistanê biçin. Ez bi rêya hunera xwe xizmetê bigihînim û ji bo wê armancê jî 27.10.2012an li Hewlêrê konserekê saz dikim.”

Ciwan Haco got: “Armanca vê konserê piştgiriya ji bo rojavayê Kurdistanê ye. Biryare hemû pereyê di encama wê konserê de bê komkirin, ji bo penaberên ji ber şert û mercên jiyanê di qonaxa şoreşa gelên Sûriyê de ji gund û bajarên rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê niştecihbûne bê veqetandin.”

Di vê derbarê de amadekarê konsera xêrxwaziya hunermend Ciwan Haco, Îsa Mêrgesorî jî got: “Me biryar daye bi rêya firotina bilêt û danîna sindoqekî arîkariyê, berpirs û kesên hatine vexwendin qezencekî guncaw kom bikin. Vê yekê jî li ser kurdên rojavayê Kurdistanê yên li kampên Herêma Kurdistanê niştecihbûne parve bikin.”

Saet 20.00ê êvara roja şemiyê li salona Seîd Ebdullah bi serpereştiya Kompaniya Korek Telecom konserek ji bo hunermend Ciwan Haco ji bo proseya xêrxwaziya bo kurdên rojavayê Kurdistanê tê sazkirin.(Rûdaw)

Diğer Haberler