Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ciwanên Diyarbekirê bûn şampiyonê herêmê

Ciwanên Diyarbekirê bûn şampiyonê herêmê

10 Nisan 2012 Salı 18:41
Tîma Basketbolê ya Şaredariya Baglarê, di musabeqeyên li herêmê de bi ser ket û bû şampiyona herêmê.

Diyarbekir  – Tîma Basketbolê ya Şaredariya Baglarê, di musabeqeyên li herêmê de bi ser ket û bû şampiyona herêmê.

Musabeqeyên şampiyoniya bajarên kurdan li Elezîzê pêk hat. Di musabeqeya ku ji 13 bajaran 13 tîmên basketbolê cih girtin de, Tîma Basketbola Ciwanên Şaredariya Baglarê, bi ser ket û bû şampiyona herêmê.

Tîma Basketbola Baglarê di musabeqeya dawî de bi 73-67 ji Tîma Dibistana Turgut Ozal a Meletiyê bir û navê xwe ji bo şampiyoniyê nivîsand. Bi vê serkeftinê re, tîma Baglarê li Tirkiyeyê di nava 8 tîmên herî baş de cihê xwe girt.

Antrenorê Tîma Baglarê Gokhan Yildirim, diyar kir ku ew di basketbolê de bûne marqe û ji ber keda wan ji Şaredar Yuksel Baran û hemû rêveberiya şaredariyê re spasiyên xwe pêşkêş kir.

AKnews
 

Diğer Haberler