Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Colemêrgî: Xweserî Daxwazeke Baş e

Colemêrgî: Xweserî Daxwazeke Baş e

10 Ağustos 2010 Salı 02:05
İhsan Colemêrgî da zanîn ku projeya "xweseriya deokratîk" ku di Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hate nîqaşkirin, erênî ye û bal kişand ser janên pêkan.
Nivîskarê kurd Ihsan Colemêrgî, da zanîn ku projeya "xweseriya deokratîk" ku di Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hate nîqaşkirin, erênî ye û bal kişand ser janên pêkan.

Colemêrgî, ji Colemêrgê hat û beşdarî kongreya KCD'ê ya 7-8'ê Tebaxê ya li Diyarbekirê bû derbarê projeya "xweserîya demokratîk" de nêrîna xwe bi AKnewsê re parve kir.

Colemêrgî, bal kişand ku proje "xwe bi xwe rêvebirina kurdan e" û weha pê de çû, "Divê xweseriya demokratîk li ser yekitiya kurdan bête avakirin. Heke kurd yekitiya xwe pêk neynin xweseriya demokratîk pêk nayê, lê heke çêbe jî baş çênabe."

Colemêrgî, destnîşan kir ku divê kurd li her çar parçeyan yekitiya xwe çêkin û bi bîr xist ku di nav projeyê de gava dîplomasiyê gelekî qels maye û axaftina xwe weha domand:

"Bi taybetî heke li Ewropayê dîplomasî neyê xurtkirin û pêşvebirin, xweseriya demokratîk dê bi pêşve neçe û heta dibe ku bi tenê bête hîştin."

Colemêrgî, anî ziman ku heke li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê demokrasî xurt nebe proje dê li Kurdistanê bifetise û got, berevajiyê heke demokrasî bi pêş bikeve dê ew dewlet jî xwedîtiyê li vê projeyê bikin.

AKnews

Diğer Haberler