Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Colemêrgiyan bersiva Erdogan da

Colemêrgiyan bersiva Erdogan da

03 Ocak 2013 Perşembe 14:40
Piştî ku serokwezîrê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan ragihand ku dixwazin Colemêrgê veguhezin Geverê rastî nerazîbûna Colemêrgiyan hat.

Daxuyaniya serokwezîr Erdogan a veguhestina Colemêrgê bo Geverê rastî nerazîbûna Colemêrgiyan hat. Serokê yekitiya jûrên esnaf û senetkaran ê Colemêrgê, Arif Koparan li bara daxuyaniyên Erdogan de axivî û diyar kir ku serokwezîr li Colemêrgê nekariye deng bidest bixe ji ber wê jî hêrs bûye û gotinên wî jî hemû ji berê vê hêrsê ne.

Koparan wiha pêde çû “Rastî ez nizanim çi bêjim. Ji ber ku veguhestina bajarekî wiqas kevn karekî aqilane nîne. Dibe ku ew dixwaze bi vê yekê rojevê jî biguherîne. Hêza serokwezîr li Colemêrgê nîne ji ber wê jî van tiştan dibêje lê bila bizane ku ew li Geverê jî nikare biaxife.”

Serokê jûra bazirganî û pîşesazî ya Colemêrgê, Cemal Erîp jî li hember gotinên Erdogan nerazîbûn nîşan û got “Ka bila derî vekin vêca bibînina ka Colemêrg dê pêş bikeve yan na. Eger pirsa kurdî çareser bibe Colemêrg dê gelekî bilez pêş bikeve.”

Serokê jûra esnafkarên Colemêrgê, Îsmaîl Akboga jî gotinên Erdogan ên li bara veguhestina navenda Colemêrgê bo Geverê bi wê ve girêda ku di hilbijartinan de nekariye li Colemêrgê dengan bidest bixe ji ber wê jî van gotinan dibêje û wiha anî ziman “Em wek saziyên sivîl bitundî li dijî vê yekê ne. heke rê bidin me Colemêrg dê gelekî zû pêş bikeve.”

Berpirsê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Colemêrgê, Rahmî Kurt jî diyar kir ku piştî hilbijartinan kîmya serokwezîr têkçûye û wiha axivî:
“Li cihê ku tabela AKP nîne serokwezîr şûna ku tiştên wiha dibêje bila were destpêkê tabela xwe daliqîne. Herwiha çarenûsa bajêr ne bi destê serokewzîr lê bi destê gelê vir bixwe ye.”(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler