Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Çûn û hatin û hereket temen dirêj dike

Çûn û hatin û hereket temen dirêj dike

05 Temmuz 2012 Perşembe 23:24
Bi dîtina doktoran, kesên ku bêtir dilivin yan wek di kurdewariyê de j iwan re dibêjin cirt û firtan dikin, temenê wan dirêjtir dibe, çiku rûniştin yan paldan ji bo demeke dirêj xerab e ji bo saxlemiyê.

Qedandina demeke dirêj di karên ku tevger di wan de tune, her wek temaşekirina televizyonê, yan rûniştina zêde li ser komputerê, dikare jiyana te kurt bike. Herwiha metirsiya derketina nexweşiyên dil û kirîza dil û mejî zêde dike.

Lê veqetandina rûniştin û paldana dûr û dirêj bi rabûn û meşê yan tevgereke digel ku kurt be jî û sade jî be û dema wê ne zêdeyî xulekekê yan du xulekan be, dikare rûbirûyê wê bandora bi azar bibî ku ji ber rûniştina dirêj derdikeve, bi awayekî giştî jî dibe sedemê saxlemiyeke baştir.

Herwiha doktor şîretan li me dikin ji bo encamdana çalakiyekê yan tevgereke bi kêmanî rojane 25 xulek be, ev jî bêguman li gor cureyê tevgerê sûdmend dibe.

Dibe ku ew tevgera ku tu dikî wek spor nebînî, lê bêguman bi sûd e, wek mînak rabûna ser piyan di dema temaşekirina televizyonê de, yan meş di dema derketina reklaman de ji bo kesên ku li ber rêzefîlm yan fîlman rûdinin.

Pisporê saxlemiya niştimanî ya brîtanî di warê spor û pizîşkî de Welby Williamson got: “Rojane xelk dora 4 saetan li televizyonê dinerin, herwiha dora 60-70ê jiyana xwe bi awayekî bê tevger derbas dikin.”

Kêmkirina dema rûniştina me wiha li me dike bi awayekî baştir şekir û dohnê laşên xwe kêm bikin, ku ev yek metirsiya derketina nexweşiyên cûtina xwarinê û yên dil kêm dike. Dr. Welby alîkariya bernameyeke niştimanî dike ji bo handana xelkê ku tevbigerin.

Lêkolînan eşkere kiriye ku rûniştina zêde û bê tevger jiyana mirov kurt dike, herwiha derketina nexweşiyên dil zêde dike.

Dr. Welby dibêje: “Hokarên xeternak ên derketina nexweşiyên dil dest pê dikin gava kesek 2 saetan li ser hev li televizyonê binêre.”

Miqate be demeke dirêj li ser hev bi heman awayî rûnene, lêkolîn dibêjin ji bo şikandina karîgeriyên xerab ên rûniştina zêde divê her 20 yan 30 xulekan tevgerek hebe digel ku hêsan be û dema wê kêm jî be.

Telegraph / Rûdaw

Diğer Haberler