Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Dadgehên Cezaya Giran Yên Herêmî Tên Vekirin

Dadgehên Cezaya Giran Yên Herêmî Tên Vekirin

02 Temmuz 2012 Pazartesi 17:08
Dadgehên Xwedî Raye Taybet hatin rakirin. Li gor zagona ku meclisê qebûl kir, êdî li şûna dadgehên xwedî rayeya teybet, Dadehên Cezaya Giran yên Herêmî dê bên avakirin.

Dozên mezin yên wekî; Balyoz, Ergenekon û KCK’ê ji guhertinê bandordar nabin.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan diyar kiribû ku mafê meclisê heye ku di derbarê xala 250’emîn de verastkirina çêbike. Piştî fikr û ramanên serokwezîr li meclisê ev verastkirin, hate zagon kirin.

Verastkirin, weke pakêta darazê ya 3’yemîn di xala 74’emîn de hat kirin û dadeghên xwedî rayeya taybet hatin rakirin. Gelo piştî rakirina dadgehan,  dozên ku li dadeghên xwedî rayeya taybet tên dîtin, dê çawa be û kîjan dadgeh li van dozan dê binêre.??

Êdî li şuna dadgehên xwedî rayeya taybet, dadgehên cezaya giran yên heremê dê bên avakirin. Her wiha dadgehên cezaya giran yên heremê ,  li dozên ku di çarçoveya têkoşîna bi PKK’ê re de hatibin vekirin, dê binêre.  Piştî pêşniyara wezareta dadê û biryara Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran, dadgehên ku dê bibin dadgehên cezaya giran yên heremê dê bên diyar kirin.

Tiştê ku herî zêde tê meraq kirin jî rewşa dozên Ergenekon, balyoz û kck’ê ne. Gelo ev doz dê çawa bimeşin. Li gor verastkirina  nû; dozên berê yên ku li dadgehên xwedî rayeya taybet  dihatin dîtin, heta  ku bi encam nebe dê li heman dadgehan were dîtin. Di van dozan de biryara bêwazîfekirin û bêrayekirin dê neyê dayîn.  Lê ger tiştê ku kêrî bersûç were jî, li gor verastkirina nû di van dadeghan de dê were sepandin. 

Di verastkirina nû de sepandina “ dadgerê azadiyê “ jî heye. Bi vê sepandinê ve êdî biryarên girtin, derdestkirin û lêgerînê ji aliyê dadgerê azadiyê ve dê were dayîn. Biryara encama îtirazê jî, ji aliyê dadgerên ku ji bo vê wazîfeyê hatine wazîfekirin dê were dayîn. Bi biryara dadger ve, rêya texliyeyê jî dê vebe.  Ji bo lêpirsîna sûçên sixûrî û sûçên eskeriyê jî şertê destûrê tê. Encax di sûçên teror, li dijî hikumet û li dijî mekeqanûnê de dozgerên xwedî rayeya taybet dikarin raste rast doz vekin. Her wiha êdî di sûçên teşebûsa derbeyê û sûçên terorê de destûra amîrê îdarî rabû.

Xeber: Miheme - xeberenkurdi.com

Diğer Haberler