Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Davûtoglû ligel ENKS û ENSê civiya

Davûtoglû ligel ENKS û ENSê civiya

03 Ağustos 2012 Cuma 06:10
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû bi serokê Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê (ENS) û Serokê Encûmena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ku hevpara Desteya Bilind Kurdane re li Hewlêrê hevdîtinek pêk anî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Davûtoglû bi serokê ENSê Ebdulbasit Seyda û Serokê ENKSê Îsmaîl Heme re hevdîtin pêk anî. Hate zanîn ku Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku PYD jî di nav de de ye beşdarî hevdîtinê nebûn. Di hevdîtinan de wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî û endamê polîtboruya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre jî beşdar bûne.

Desteya Bilind a Kurdan bi yekgirtina EGRK û ENKS pêk tê, beriya demekê hate sazkirin û Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi rê vedibe. Bi pêşengiya vê Desteyê Kurdan gelek bajar hatin bi dest xistin.

Davûtoglû roja çarşemê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê û rayedarên din ên Kurdan re hevdîtin pêk anî û îro jî çû serdana Tirkmenên Kerkukê ev yek jî li rastî nerazîbûneke tund a aliyên Iraqê hat. 

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu piştî hevdîtina ligel ENS û ENKSê vegeriya Tirkiyê. Piştî Davutoglu vegeriya Tirkiyê jî ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya.(Rûdaw)

Diğer Haberler