Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Daxwaza Beşa Kurdolojiyê hat redkirin

Daxwaza Beşa Kurdolojiyê hat redkirin

07 Ekim 2012 Pazar 11:04
Serokê Beşa Kurdolojî ya Zanîngeha Artukluyê Dr. Kadrî Yildirim da zanîn ku daxwaza wan a vekişandina ji pêvajoyê û zêdekirina kontenjanê, ji aliyê YOK'ê ve hatiye redkirin.

Serokê Beşa Kurdolojî ya Zanîngeha Artukluyê Dr. Kadrî Yildirim, der barê rewşa dawî ya Beşa Kurdolojiyê ya ji Saziya Bilind a Perwerdehiyê (YOK) kiribû de, agahî da Rûdawê. Yildirim da zanîn ku daxwaza wan hatiye redkirin.Yildirim diyar kir ku roja çarşemê YOK'ê bersiv daye wan û wiha got: "Hejmara 500 kontenjanê ku me daxwaz kiribû, hat redkirin. Ew hejmar daxistin 250'yî. Der barê formasyonê de hê biryarek erênî an jî neyînî nedane. Ji bo wê jî, li gorî biryara wan, 250 kesên destpêkê, em dê perwerdehiyê bi wan re bidomînin. Ji bo ku bersiva erênî bo formasyonê bê, em ê hemû rêyan biceribînin. Di serdema sibatê de heta mumkin bibe, zanîngeh dê wan bigre û mexdûriyeta wan jî di çarçoveya derfetan de ji holê rake."

Havînê jî perwerdehî dê bê dayîn

Yildirim destnîşan kir ku guhertina biryarê di demeke kin de ne mumkin e û wiha pê de çû: "Piştî ku ev serdem xilas bibe, em ê tenê 10-15 roj navber bidin. Em ê mehên havînê jî perwerdehî bidin ku ev xwendekar bighêjin yên din. Dibe ku hin kesên bê formasyon bêjin em bê formasyon nabin mamoste û dewam nekin, em ê bi qasî hejmara wan, ji yên serdema duyemîn bigirin û bi wan re dewam bikin."

Hewldanên siyasetmedaran jî encam nedan

Yildirim, çalakiyên ji bo protestokirina biryara YOK'ê jî bi bîr xistin û da zanîn ku xwendekaran reaksiyona xwe nîşan dane, li ber zanîngehê daxuyanî dane çapemeniyê. Yildirim ev agahî dan: "Beriya daxuyaniya wan, me di malpera xwe de weşandibûn. Hinek siyasetmedar jî ketin navberê da ku biryar biguhere. Ji îqtidarê jî, ji muxalefetê jî ketin dewrê, lê encam neguherî."

'Em tev mexdûr bûne'

Yildirim der barê rewşa xwendekarên mexdûr bûne de jî ragihand ku tiştekî bikin, tuneye. Yildirim peyamek jî da xwendekaran û bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: "Bila ev mexdûriyet nebe sedem ku em ji hev dûr bikevin. Di navbera me û xwendekarên me de ferq tuneye. Em hemû mexdûr bûne."(Rûdaw)

Diğer Haberler