Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Daxwaza referandûmê ji bo Rojhilatê Kurdistanê tê kirin

Daxwaza referandûmê ji bo Rojhilatê Kurdistanê tê kirin

12 Eylül 2012 Çarşamba 00:51
Komek kesayetiyên Kurdistanê daxwaza sazkirina referandûmê ya ji bo mafê çarenivîsê yê Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Piştî opozisyona navxwe û derve ya Îranê bi tundî li dijî mafê çarenivîsê yê kurdan rawestiya, komek çalakvanên siyasî û sivîl ên kurd di daxuyaniyeke nivîskî ku kopiyeke wê ji Rûdawê re hatiye şandin de, daxwaza lidarxistina referandûmê ya ji bo siberoja Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Roja 21.08.2012an Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îran di peymanekî hevbeş de tekez li ser dabînkirina mafê neteweya kurd û ji wan jî mafê çarenivîsê kirin. Ew peyman bû cihê nerazîbûnekî tund a hêz û aliyên Îranê yên li hundir û derveyî Îranê.

Nêzî 100 kesayetî, çalakvanên siyasî û sivîl ên kurd di daxuyaniyekî nerazîbûnê ya li hemberî wan nerazîbûnan, tevî şermezarkirina helwesta tund û dij mirovî ya opozisyona Îranê, daxwaz ji tevayî partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku ji bo pêkanîna eniyekî bihêz hêzên xwe bikin yek.

Di wê daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji bo pêşîgirtina li egera her êrişekî piştî rûxandina rejîma Komara Îslamî ya Îranê, bi çavdêriya rêxistinên navneteweyî û navendên dostê mirovatiyê yên cîhanê, li Kurdistanê referandumek bê sazkirin.”

Daxuyaniya kesayetiyên kurd balê dikişîne ser wê yekê ku piştî rûxandina Komara Îslamî, dewreyekî din a serketukirina neteweya Kurdan ji aliyê opozisyona niha û deshilatdarên bê ve dest pê bike û wiha bi dawî dibe: “Ev dijberiya dijminkarî ya Îraniyan rast û çep, komînîst û Îslamî li beranberî vê peymanê ye. Ev jî derdixe holê ku dijî neteweya kurd û serkutkirina tevgerkirina rizgarîxwaziya vê neteweyê di bernameya wan a herî giring de ye. Dema behsa mafê kurd tê kirin, hemû jî nakokiyên xwe yên berê ji bîr dikin û serkutkirina mafê neteweya kurd bi bihaneya yekparçetiya xaka Îranê dibe armancekî hevbeş û pîroz a wan. Bi vî awayî em gihane wê armancê ku derfetê berdewamkirina jiyanê di çarçoveya sînorên Îranê de ji bo kurdan nemaye. Ji ber ku neteweya kurd ji hêlekî aliyê rejîma Komara Îslamî ve û ji aliyê din ve jî ji aliyê opozisyona vê rejîmê ve gef li wan tê xwarin. Ev tê wê wateyê ku piştî rûxandina Komara Îslamî, dewreyekî din a serketukirina neteweya Kurdan ji aliyê opozisyona niha û deshilatdarên bê ve dest pê bike.”

Di nava kesayetên ev daxuyanî îmzekirine de kesayetên wekî; nivîskar û mamostayê zanîngehê Dr. Rêbwar Sîweylî, Dr. Hîwa Penahî (nivîskar û mamostayê zanîngehê-Yewnanîstan), Resûl Tîmurî (Mamostayê zanîngehê-Tirkiye), Ebdullah Suhrabî (Nûnerê berê yê Merîwanê li meclisa şûraya Îslamî-Îran), Mihemed Cemşîdî (Rojnamevan-Kurdistan) û gelek kesayetiyên din hene.(Rûdaw)

Diğer Haberler