Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Dayikên Şemûyê’ daxwaza kujerên xizmên xwe kirin

‘Dayikên Şemûyê’ daxwaza kujerên xizmên xwe kirin

06 Mayıs 2012 Pazar 17:00
Dayikên Şemûyê di rûniştina 371emîn de wek her carê daxwaza darizandina kujerên xizmên xwe kirin.

Dayikên Şemûyê di rûniştina 371emîn de wek her carê daxwaza darizandina kujerên xizmên xwe kirin.

Dayikên ku di raya giştî ya Tirkiye de wek ‘Dayikên Şemûyê’ têne naskirin, wek her car, di çalakiya rûniştinê ya 371emîn a ku li Stenbolê li Qada Galatasaray pêk tînin de jî daxwaza kuştinên kujer nediyar bêne aşkerakirin û bêne darizandinxizmên kirin.

Dayikên ku her şemûyek çîroka hin kesên ku piştî ji alî polîs an jî leşkeran ve hatine binçavkirin û dûre wunda bûne ji raya giştî re didin daxuyandin vê carê jî çîroka du xwendekarên zanîngehê Husameddîn Yaman û Mehmet Soner Gul ku 20 sal berê hatibûn wundakirin vegotin.

Di daxuyaniyê de bavê Husameddîn Yaman, Feyyaz Yaman da zanîn ku çend meh beriya niha Polîsê herekatê yê taybet Ayhan Akman ê ku ew bi xwe jî kûjerê zarokên wan e aşkera gotiye ku; ‘me Husameddîn Yaman û Mehmet Soner Gul kuşt û avête derdora Çerkezkoyê’ Feyyaz Yaman got: ‘Lê mixabin her çiqas em zanibin ku kujerên van kuştinan diyar e jî dewlet ji bo lêkolînkirin û darizandina wan kujeran de ne di nav hewldanekî de ye.

Çalakiya Dayikên Şemûyê ya 371emîn bi xwendina çîrokên çend kesên din ên ku di bin çavan de hatine wundakirin bi dawî bû.

AKnews

Diğer Haberler