Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
DBKê dîwana edaletê ava kir

DBKê dîwana edaletê ava kir

18 Ekim 2012 Perşembe 20:47
Li Rojavayê Kurdistanê, dîwana edaletê ya girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya nûnerên Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), dibin banê Desteya Bilind a Kurd de jinûve hate birêxistinkirin.

Desteya Bilind a Kurd, bi Dîwana Edaletê ya girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê re civînek lidarxist. Di civînê de li ser avakirina mekanîzmaya sulh û edaletê ku Desteya Bilind berê biryara wê dabû, hate rawestîn û nîqaş hatin meşandin. Di encama nîqaşên hatin meşandin de, biryar hat girtin ku Dîwana Edaletê bê berfirehkirin û li tevahiya Rojavayê Kurdistanê di vê çarçoveyê de xwe bi rêxistin bike.

Li gorî biryara hatiye girtin, 8 kesên ku dê ji aliyê ENKSê ve bêne diyarkirin dê tevlî Dîwana Edaletê ya ku 7 kesên ji aliyê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin, bibin. Ev komîtiya tê avakirin jî, dê dibin navê komîteya edaletê ya jor a Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên xwe bimeşîne. Girêdayî komîteyê jî, dê li her bajarekê komîte bêne avakirin.

Komîteya ku hate avakirin, dê roja duşemê li hev bicive û sîstema xwe, qanûn û rêziknameya xwe diyar bike û dê navê komîteyê jî bê diyarkirin.(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler